‘Jimartina leşkerî’ li Arîna 3 salî û Avesta 5 salî hat ferzkirin

  • 09:06 3 Adar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Arîn Mîrkan a 3 salî û Avesta 5 salî ku bi dayika xwe Vesîle Yuksel re surgunê girtîgeha Bayburtê hatin kirin, li girtîgehê rastî jimartina leşkerî hatin. 
 
Vesîle Yuksel sala borî di meha sibatê li Mêrdînê ji ber parvekirinên li ser çapemeniya civakî hat binçavirin û hat girtin. Vesîle ya ku salek û 10 meh ceza lê hat birîn, şandin girtîgehê. Vesîle ya bi zarokên xwe yên Arîn Mîrkan a 3 salî û Avesta ya 5 salî li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dima, di 8’ê Sibatê de ji aliyê gardiyan û midûrê girtîgehê ve bi zorê ji koxuşê hatibûn derxistin û kiribûn rîngê. Vesîle ya ku surgunê girtîgeha Bayburtê hat kirin, 2 meh şûnde derket hevdîtina vekirî û di hevdîtinên telefonê de jî diyar kir ku rewşa wê gelek xerabe û psîkolojiya zarokên wê jî ne baş e. 
 
Vesîleyê her wiha ji malbata xwe re di telefonê de daxuyakirin ku li Bayburtê zextên mezin li ser wan hene û nikarin bîhna xwe bigirin û name, cil û pirtûkên ji wan re tên şandin jî dikin çopê. 
 
Ji bo Arîn û Avestayê jimartina leşkerî
 
Xizmên wê diyar kir ku Vesîle nikare di telefonê de rehet biaxive û ev tişt vegotin: “Di telefonê de jî bi fikar bû. Zextên mezin li ser wan hene. Av û xwarina didin wan jî ne baş in. Koxuş bê hewa ye. Ji ber vê ji ber keçên xwe bi fikare. Arîn û Avesta her tim bavê xwe dipirsin. Li girtîgehê cezayên dîsîplînê tên dayîn. Li girtiyan jimartina leşkerî tê ferzkirin. Her wiha Arîn û Avesta jî tevlî dikin.”
 
‘Wek jinek Kurd wê hêzê bixwe re dibînim’ 
 
Vesîleyê bi hevkariya xizmên xwe ev bang li rayagiştî kir: “Ji bo me tiştekî bikin.” 
 
Vesîleyê berê jî di nameya şandibû de wiha gotibû: “Dixwazin bi me serî bidin tewandin. Lê tevî van ez wek dayikek Kurd ez ê bejna xwe netewînim û vê hêzê bi xwe re dibînim.” 
 
Piştî bûyer hatibû jiyîn şûnde Vesîleyê bi hevkariya parêzerên xwe peyam şand û got: “Ez ji jiyana zarokên xwe bi fikar im. Xwarinên vir naxwin. Roj bi roj kîlo wenda dikin. Hewcedariya zarokên min hem bi min hem bi bavê wan heye. Gardiyan wek dijmin li zarokên min dinêrin.” 
 
Parêzeran ji bo ku Vesîle ji şerta serbestiya bi kontrol fêdeyê bigire serî li Dozgeriya Mêrdînê dan lê hîna bersiv nehatiye dayîn.