Polîsên bi wesayîtên zirxî digerin gel tacîz dikin
- 09:05 3 Adar 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Wesayîtên zirxî yên li kolanê Cizîrê digerin ji bo zarokan bi xeter e û jin û ciwan jî her tim rastî tacîz û tehdîdan tên.
Li Cizîrê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 79 rojan berdewam kir. Dorpêça li navçeyê hîna berdewam dike. Wesayîtên zirxî yên seranserê rojê li kolanan digerin ji bo zarokan xetereyek mezine. Herî dawî li Hezexê wesayîta zirxî li zarokê 4 salî Umut Ozalp ket û bi giranî birîndar kiribû. Umut ev du mehe tê razandin.
Di 25’ê Çilede li Cizîrê zarokê bi navê S.A wesayîta zirxî lê xist û birîndar kir. Malbat ji ber vê rewşê bi fikar in û ciwan jî ji ber her tim polîs wan didin sekinandin û nasnameya wan dipirse, xwe neheret hîs dikin.
Jin tên tacîzkirin
Jinên ku piştî qedexe rabû jî nikarin bi rehetî li kolanan bigerin, rastî tacîzan tên. Jina bi navê S.N ya li taxa Cudî ya Cizîrê dijî, diyar kir ku ji ber tacîza polîsan nikarin li ber derê xwe jî bigerin û got şevekê bi hevala xwe re dema diket mala xwe polîsan nasnameya wan pirsiye û got wê ji polîsan re gotiye ‘Ev 20 sale li vê taxê dijîm. Ez hewce nabînim nasnamê li ser xwe bigerînim’ û li ser vê polîsan ew tehdîd kirine. S.N daxuyakirin ku wesayîtên zirxî di saetên şevê de li ber malan disekinin û mirovan nerehet dikin û ev tişt anî ziman: “Polîs dest nade ciwanên hişbirê bikar tînin. Lê ciwanên taxên pevçûn lê hatine jiyîn hedef digirin. Belê mafdar in Cizîr ne Cizîra berê ye. Li vir mirov pir girêdayên hevin. Hîn bêtir xurtin. Bi van rêbazan nikarin kesî bitirsînin. Dixwazin me bêdeng bihêlin lê ev wisa nabe.”