'Bi tililiyên xwe û bi dilekî hevpar em ê li Efrînê xwedî derkevin'

  • 09:01 3 Adar 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Endama Rêveberiya Meclîsa Parastinê Xabûr Madlên Xamîs êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wekî qirkirina mirovî, çandî û dîrokî pênase kir.
 
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja 43'emîn de bi hemû dijwartiya xwe didome. Artêşa tirk bi hemû alavên xwe yên leşkerî êrîşî Efrînê  dike. Di encamê de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Berxwedana gelê Efrînê ya li dijî êrîşan jî didome. Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Meclîsa Parastinê Xabûr Madlên Xamîs bertekên xwe nîşnan da û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê wekî qirkirina mirovî, çandî û dîrokî pênas kir.
 
Madlên got ku artêşa Tirk tiştên ku dîrokê de qewimiye dubare dike û wiha got:"Li Efrînê sîvîl hedef tên girtin. Di nav sîvîlan de zarok jî hene. Her wiha êrîşek li dijî çand û dîrokî de jî heye. Hedefgirtina alîkariya mirovahî jî parçeyekî van êrîşana ne. Zordariyên bi vî rengî divê di qada neteweyî de neyê qebûlkirin. Em ê bi hemû hêza xwe li ber dagirkeriyê bisekinin û nehêlin axa me teslîm bê girtin."
 
'Dê mirovahiyê bi ser bikeve'
 
Madlên anî ziman ku hêviya gel her dem zindî ye û wiha berdewam kir:"Bi van êrîşana di heman demê de aramiya gel û projeya Netewa Demokratîk jî hedef tê girtin. Li dijî destkeftiyên gelê Kurd şerekî mezin tê meşandin. Lê em gelê Kurd xwedî vîneke bi hêz û azad in em ê heta dawiyê li dijî êrîşan xwe biparêzin. Dê mirovahî bi ser bikeve. "
 
'Wê Efrîn bi ser keve ji ber ku em hemû Efrînî ne'
 
Madlên di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em bang li hemû sazî û rêxistinên mirovahiyê dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û êdî biryareke cidî di derheqê Erdogan de bigirin. Divê ku hemû hêzên demokratîk jî bibin yek dest, da ku bikaribin destkeftiyan biparêzin. Wê Efrîn bi ser keve ji ber ku em hemû Efrînî ne."