ROJEVA 3'YÊ ADARA 2018'AN

  • 09:00 3 Adar 2018
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Meclîsa Parastinê Xabûr Madlên Xamîs êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wekî qirkirina mirovî, çandî û dîrokî pênase kir. BI DÎMEN
 
*Pale Huner û Duçem ku bi xebatên xwe yên li ser çandê tên nasîn ji bo 8’ê Adarê Koma Rîtmîk a Jinan ku ji 10 jinan pêk tê ava kirin.  Mamosteya defê ya Pale Hunerê Ruken Bekalp anî ziman ku armanca wan a komê ew e ku di 8’ê Adarê de bi stranên xwe govenda 8’ê Adarê geş bikin. BI DÎMEN
 
*Endama Komîsyona Mafê ÎTO Gîzem Akça  diyar kir ku ji ber tijebûna girtîgehan û sînorbûna xizmetên tenduristiyê nexweşî dertên holê û got di asta duyemîn a xizmetê de ji ber dermankirina kelepçekirî hatiye pirsgirêk zêde bûne, divê hekîm di vê nokteyê de însiyatîfa xwe bikar  bîne.
BI DÎMEN
 
*Endama PM’ê Gulay Bîlîcî destnîşan kir ku wê HDP xebatên azadiya jinê bidomînin û got wê wek HDP'ê  di 8’ê Adarê de dakevin qadan û carek din bêjin ‘jin hene’. BI DÎMEN
 
*Wesayîtên zirxî yên li kolanê Cizîrê digerin ji bo zarokan bi xeter e û jin û ciwan jî her tim rastî tacîz û tehdîdan tên.
 
*Arîn Mîrkan a 3 salî û Avesta 5 salî ku bi dayika xwe Vesîle Yuksel re surgunê girtîgeha Bayburtê hatin kirin, li girtîgehê rastî jimartina leşkerî hatin. BI DÎMEN
 
*Jinên Kurd ku her sal bi coşek mezin 8’ê Adarê pîroz dikin, îsal ji bo wan wateyek wê ya girîng heye. Di 1919’an de bi avabûna Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd heta salên 1990’î  bi avabûna DDKAD Û YDK’ê, jinên Kurd di gelek platforman de têkoşîn meşandin û di 2004’an de di bin sîwaneya DOKH’ê de xwe rêxistin kirin. Piştre jî bi KJA’yê di rêya xwe de berdewam kirin û piştî girtina KJA’yê jî bi TJA’yê berdewam dikin.