Doza Gultan Kişanak û Sabahat Tuncel dest pê kir
- 13:58 2 Adar 2018
- Rojane
Doza Gultan Kişanak û Sabahat Tuncel dest pê kir
MELETÎ - 7'emîn rûniştana doza Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel a ku li Meletiyê dihat dîtin dest pê kir.
7'emîn rûniştana doza Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a ku li Meletiyê dihat dîtin dest pê kir. Rûniştin bi hinceta "ewlehiyê" li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletê dest pê kir. Endama PM'a HDP'ê Aliye Kizildamar, Hevseroka Bajarê Maraşê ya DBP'ê Done Goksungur, Hevseroka Bajarê Meletê ya DBP'ê Nermîn Tuncel, Rêvebirên Bajêr ên Meletê yên HDP'ê û xebatkarên wê û her wiha gelek nûnerên komele û sendîkayan beşdarî rûniştinê bûn.