Serlêdana ji bo Abdullah Ocalan cara 735'emîn hat redkirin
- 13:00 2 Adar 2018
- Rojane
STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê cara 735’emîn serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, Îbrahîm Bîlmez û Muharrem Şahîn bi boneya hevdîtina bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin duh cara 735’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê, serlêdana cara 735’emîn jî red kir.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ev bû 735 car serlêdana hevdîtinê bi hincetên “Muxalefeta Hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tê redkirin.