Jinên Navçeya Mabetayê: Serkeftin a me ye
- 12:54 2 Adar 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Cudî Zêno
EFRÎN - Jinên navçeyê Mabeta ya herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar kirin û gotin serkeftin a me ye.
Berxwedana Serdemê ya Efrînê ket roja 42'emîn. Tevî hemû êrîşên bi çekê giran ên dewleta tirk berxwedana gelê Efrînê didome. Jinên Mabetayê jî têkildarî êrîşên li ser Efrînê peyama berxwedanê û xwedîderketina axa xwe dan.
Jina bi navê Zehîd Muhemed wiha got:"Jin û gelê Efrînê tu caran gav paşde navêjin û wê heta dawî li dijî êrîşan berxwe bidin."
Henîfe Husên da zanîn ku ew dev ji axa xwe bernadin û wiha got:"Dê êrîşkar wenda bikin û mirovatiyê bi ser bikeve."
Her wiha jina bi navê Siltanê Ehmed anî ziman ku gelê Efrînê xwedî vîneke mezin e û dê li dijî dagirkeran bejna xwe netewînin.
Herî dawî Zelox Husên bi lêv kir ku Efrîn xwedî dîrokek kevnar a têkoşînê ye û got ew heta dawî dev ji têkoşîna xwe bernadin.