Ji jinên girtiyên siyasî re name hat şandin
- 12:15 2 Adar 2018
- Rojane
AMED - Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê, bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li Postexaneya PTT’a Ofîsê ji girtiyên siyasî re name şand.
Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê, bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li Postexaneya PTT’a Ofîsê ji girtiyên siyasî re name şand. Parlamentera Amedê ya HDP’ê Feleknas Uca, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, Endamên Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê û gelek jin tevlî çalakiya şandina nameyan bûn. Beriya name bê şandin jin ji aliyê polîsan ve rastî tacîz û gotina bi devkî hatin. Piştî nameyên ku hatin nivîsandin bi rêya PTT’ê re hatin şandin.
Piştî name hatin şandin Endama Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê (DAKAP) Arîn Zumrut axivî û got ku di nava şer û mercên tê de ne wek girtîgehek vekirî de dijîn û ev tişt got: “Em ê tim bi jinan re di nava têkiliyê de bin û tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em bi hêviya rojên azad Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin.”
‘Em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin’
Piştî Arîn Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca axivî û got ku her roj jin rastî tundiya mêran tên û ji ber vê jî çalakiyên ji bo tundi bi dawî bibe dest bi xebatan kirine û wiha pêl da axaftina xwe: “Her wiha di girtîgehan de jî tundî û îşkence gihiştiye asta herî jor. Di van girtîgehan de zarokên ku bi dayikên xwe re dijîn hene. Niha di girtîgehan de kincên yekreng dixwazin li wan bikin û em vê qebûl nakin. Bi minasebeta 8’ê Adarê li dijî kincên yekreng, li hemberê tundiyê em ê bêdeng nemînin û em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin.”