Jinên Mêrsînê tevî astengiyan kurnefîl belav kirin
- 11:03 2 Adar 2018
- Rojane
MÊRSÎN - Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Mêrsînê tevî astengiyên peywirdarên ewlehiya taybet û polîsan kurnefîl li jinên ku li Kompleksa Gel a Mêrsînê dixebitin belav kirin û ew dawetî 8'ê Adarê kirin.
Endamên Meclîsa Jinê yê HDP'ê yên Mêrsînê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çûn serdana jinên li Kompleksa Gel a Mêrsînê dixebitin û kurnefîl li wan belav kir. Jinên Meclîsa Jinê ya HDP'ê kurefîl li jinên li halê dixebitin belav kirin bi wan re sohbet kirin û ew dawetî 8'ê Adarê kirin. Jina 65 salî anî ziman ku cara yekem e hinek kurnefîlekê dide wê û bi lêv kir ku ew gelek bextewar bûye.
Perwirdarên ewlehiya taybet hewl dan ku kurnefîlên destên jinan û belavokan ji wan bigirin. Gotina polîsan a ku hûn berdewam bikin dibe ku binçavkirin çê bibe, bal kişand. Piştre jin ji halê veqetiyan.