Di 4'ê Adarê de berxwedan dibe yek: Li dijî tundiyê em ê li qadan bin
- 10:50 2 Adar 2018
- Rojane
Berîtan Canozer
STENBOL -Li Stenbolê ji bo mîtînga ku wê di 4'ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bê lidarxistin amadekarî berdewam dikin. Ji bo mîtînga ku wê bê lidarixistn banga tevlibûnê li jinan hat kirin.
Li Stebolê di di pêşengiya Platforma 8'ê Adarê de bi dirûşma "Em li dijî şer, OAHL, zayendparêziyê ji bo keda xwe û nasnameya xwe li ber xwe didin" wê di 4'ê Adarê de mîtînga 8'ê Adarê Rojja jinan a Cîhanê bê lidarxisin. Ji bo mîtînga ku wê bê lidarxisitn banga tevlibûnê li jinan hat kirin.
'Jin şoreşê pêk tînin'
Jina bi navê Sabîha Sayan a ku li Stenbolê dijî diyar kir ku divê hemû jin 8'ê Adarê pîroz bikin û bang li jinan kir ku derkevin kolanan. Sabîhayê anî ziman ku bersîva herî mezin a li dijî tundî yê divê li kolanan bê dayîn û wiha berdewam kir: "Bi salan e ku mafê me tê binpêkirin û keda me tê çewisandin. Lê jin li dijî van hemû pêkanînan şoreşê pêk tînin. Em naxwazin ku tenê li malê li zarokan binêrin. Temenê me çi dibe bila bibe em dixwazin li qadan û li kolanan bin. Em hemû jinên ku li Kobanê, Efrînê, Şengalê û li çar aliyên li cîhanê li ber xwe didin silav dikin û 8'ê Adarê li wan pîroz dikin."
'Em serî natewînin'
Jina bi navê Sabîha Bozan jî anî ziman ku jin li dijî hemû polîtîkayên dijminane her roj li ber xwe didin û got ku ji bo jiyaneke xweştin berxwedan pêwist e. Sabîha ya ku got bi berxwedanê raperîn pêkan e ev bang li jinan kir: "Bila jin netirsin. Her çend ku hêza mêr hebe zîrekbûna jinê jî heye. Îro jinên kurd li dişî artêşên herî mezin ên cîhanê şer dikin. Em jî bi hêza ku ji wan digirin em ê serî netewînin û li dijî hemû polîtîkayên qirêj ên AKP'ê em ê bi kincên xwe yên kurdî û bi rengên xwe di 8'ê Adarê de li qadan bin."
'Jinên berxwedêr ên Efrînê silav dikim'
Jina bi navê Meryem Akgul ku êrîşên AKP'ê yên li ser jinan rexne kirin got ku ew ê li dijî êrîşên ku tên kirin li qadan bin. Meryemê got ku ji ber hikûmet ji jinan ditirse êîrîş dike û ev tişt got:"Naxwazin ku jin mafên xwe bizanibin û derkevin kolanan. Lê em ê dijberî vê li qadan bin. Em ê li pey şopa berîtanan li qadan bin û em hemû jinên li Efrînê ku li ber xwe didin silva dikin."