Li Rojava amadekariyên 8'ê Adarê didome

  • 10:11 2 Adar 2018
  • Rojane
 
 
SERÊKANIYÊ - Ji bo hatina 8'ê Adarê li bajarokê Zirganê semînerek ji hêla Kongra Star hat lidarxistin.
 
Li bajarokê Zirganê yê Serêkaniyê ji aliyê Kongra Starê semînerek hat lidarxistin. Semîner ji aliyê endama Kongra Star Lalşîn Abdullah ve hat dayin. Di semînerê li ser girîngiya 8'ê Adarê û girîngiya rol mîsyona jinê ya di jiyanê de hat rawestandin. Hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan beşdarî semînerê bûn. 
 
Her wiha di semînerê de li ser şoreşa jinê ya li Efrînê jî hat rawestandin û her wiha behsa hebûn û tevgera jinê ya di civakê de hat kirin. 
 
Piştre derbarê 8'ê Adarê de sînevizyon hat temaşekirin. Semîner bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.