Ji bo danasîna 8'ê Adarê semîner ji jinên Ereb re hat çêkirin

  • 10:05 2 Adar 2018
  • Rojane
 
 
GIRKÊLEGÊ - Kongra Star bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê  û di bin dirûşmeya "Hemû Jin Rabin Ser Piyan Ji Bo Efrînê" semînerek ji jinên pêkhateya Ereb ên gundewarên Girkêlegê re li dar xist.
 
Li gundê Eror ê Girkêlegê, bi pêşengtiya Kongra Star û bi armanca danasîna roja 8'ê Adarê semînerk ji jinên pêkhateya Ereb re hate çêkirin. Bi dehan jin tevlî semînerê bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê nirxandinên li ser roja 8'ê Adarê hate kirin. 
 
Semîner ji alİyê Endama Lijneya Rêveber a Şaredariyên Kantona Qamişlo Arîn Hadî ve hat rêvebirin. Arînê di nirxandina vê rojê de wiha got: "Destpêkê em 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin. Li jina tekoşer û berxwedêr ku di hemû qadên jiyanê de xwe daya isbatkirin jî pîroz dikin. Roja 8'ê Adarê bi serkeftinên jinan gihaştiye vê astê, wê ev yek jî bi berxwedana jinên Efrînê ya li hember dagirkeriyê bidome."   
 
Semîner bi nîqaşên jinan bidawî bû.