Gelê Şêranê ji bo 8'ê Adarê meşiyan û berxwedana Efrînê silav kirin
- 10:02 2 Adar 2018
- Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengtiya Jinên Ciwan welatiyên Navçeya Şêranê a Kantona Kobanê ji bo 8'ê Adarê û berxwedana Efrînê meşiyan.
Welatiyên navçeya Şêranê a Kantona Kobanê bi pêşengtiya Jinên Ciwan û bi dirûşmên "Ji bo Efrînê serî hilde", "Jinê azad bike û pergala Îmraliyê parçe bike" ji bo 8'ê Adarê û berxwedana Efrînê meşek li dar xistin.
Di meşê de alên Kongra Star, alên PYD’ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Efrîn ne bi tenê ye Kobanê li pişta te ye’ ji pêşiya deriyê ketina Şêranê dest pê kir heya Til Lêçbî meşiyan.
Li ser navê Kongra Star Zehra Brekel axivî û wiha got: "Em ê bi rihê berxwedana Efrînê 8’ê Adarê pîroz bikin û em bejna xwe li hember tevahî şehîdên berxwedana Efrînê ditewînin û serkertinê ji şervan û gelê Efrînê re dixwazin."