Di encama êrîşên li ser Efrînê de herî zêde zarok û jin zerarê dibînin
- 09:58 2 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Dewleta tirk bi obusan Navçeyên Cindiris, Mabeta, Şîyê û Racoyê yê Efrînê bi obusan topebaran kir. Her wiha balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Hemîlkê yê navçeya Cindirisê û gundê Bilîlka yê navçeya Racoyê jî bombebaran kir. Di encama êrîşan de 3 sîvîl birîndar bûn.
Erîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê berdewam dike. Gelên Efrînê jî li dijî van êrîşana 42 roj in li ber xwe didin. Dewleta tirk bi obusan Navçeyên Cindiris, Mabeta, Şîyê û Racoyê yê Efrînê bi obusan topebaran kir. Her wiha balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Hemîlkê yê navçeya Cindirisê û gundê Bilîlka yê navçeya Racoyê jî bombebaran kir. Di encama êrîşan de 3 sîvîl birîndar bûn.
Her wiha li gundê Maseka yê navçeya Racoyê şerekî giran diqewime. Artêşa tirk ji saetên êvarê de herêma Meydankê bi çekên giran, obus û havanan topbaran dike. Hate zanîn ku heya niha di nava sîvîlên ku birîndar bûne de zarok jî hene. Jineke 48 salî ya bi navê Hebîbe Îbrahîm Xelîl Mihemmed jî jiyana xwe ji dest da. Topbaran heya van kêliyan jî bê navber didome.