Kooperatîfa Jinan a Baglarê: Ji bo xwedîderketina li kedê dakevin qadan

  • 09:28 2 Adar 2018
  • Rojane
 
 
AMED - Jinên di Kooperatîfa Jinan a Baglarê de dixebitin, hilberînên xwe tenê li Kurdistanê nafroşin. Cilên neteweyî îxracî Amerîka, Îtalya û gelek welatên din dikin. Jinan diyar kirin ku krîzek aborî ya mezin tê jiyîn û bang li jinan kirin ku ji bo jin beramberê keda xwe bigirin divê dakevin qadên 8’ê Adarê. 
 
Vahîde Kaya û hevalên xwe yên li Kooperatîfa Jinan a Baglarê cilên neteweyî çêdikin, destnîşan kirin ku ew ji ber krîza aborî zehmetiyan dikşînin û krîzek mezin tê jiyîn. Vahîde ya ji sala 2013’an heta niha di koperatîfê de dixebite daxuyakirin ku dema nû dest pê kirine zêdetir cil dirûtine û çend salan wisa berdewam kirine. Vahîdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre ev cil wek cilên rojane hatin li xwe kirin. Jinan eleqeyek mezin nîşanî kumaşên berê, motîfên berê da. Me jî motîf û modelên cuda hilberandin. Me bi kumaşê ku çanda Kurd temsîl dikir cil dirûtin. Me xwest em bi vî awayî çanda Kurd bidomînin. Ev 4 sal in em cilên otantîk didirûn. Ligel vê em cilên herêmî jî didirûn.” 
 
‘Em kedek mezin didin’ 
 
Vahîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew sê kes bûne û çalak dixebitin û ev tişt bi lêv kir: "Em ji ser înternetê ji bo Stenbol, Enqere, Mersîn û gelek bajarên din cilan difiroşin. Bi projeyên cuda em hilberînan difiroşin derve jî. Em dişînin Amerîka û Îtalyayê jî. Dema ji bajar û welatên cuda dixwazin em gelek kêfxweş dibin. Ji ber motîfên Kurd û rengên Kurd bala mirovan dikşînin." 
 
‘Em ê 8'ê Adarê bi coş pêşwazî bikin’
 
Vahîdeyê balkişand ser 8’ê Adarê û bi lêv kir ku her sal ber bi 8’ê Adarê karê wan pir zêde bûye lê îsal ji ber krîza aborî zehmetiyan dikşînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Krîz heye mirov ditirsin pere xerc bikin. Hewcedariyên mirovan zêde ne. Lê pereyên ew digirin têrî wan nakin. Çiqas bêjin krîz tune em esnaf in, em dibîn welatî çiqas zehmetiyan dikşînin. Lê tevî her tiştî em ê bi coşek mezin 8’ê Adarê pîroz bikin û li dijî mêtîngeriya keda jinê wê li qada bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li qadan cihê xwe bigirin.”