Li Meletiyê ji bo zarokan ‘sparteka’ Efrînê
- 09:26 2 Adar 2018
- Rojane
Gulîstan Azak
MELETÎ - Êrîşên TSK’ê yên li hemberî Efrînê didomin û hat hînbûn ku li Meletiyê li dibistanekê ji bo xwendekaran sparteka ‘Efrînê’ hatiye dayîn. Malbatan bertek nîşanî bûyerê dan û diyar kirin ku li şûna zarok ji şer bên parastin dikin hevkarê şer.
Di Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de tê diyarkirin ku divê hemû saziyên dewletê pêşiyê bide fêdeya zarokan, lê yên ku herî zêde ji şerên zîhniyeta serdest a mêr dide destpêkirin, zarok zirarê dibînin. Herî dawî Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan li Mereşê zarokê unîforma li xwe kiribû ‘teselî didayê’. Li dijî vê bertek hîna didomin û vê carê hat hînbûn ku li Meletiyê li dibistanekê ji bo zarokan sparteka Efrînê hatiye dayîn. Hat îdiakirin ku li Dibistana Seretayî ya Abdulhamît Han a Meletiyê mamosteyê bi navê A.D ji bo xwendekarên temenê wan di navbera 8-9’an de diguhere, gotiye şerê li Efrînê didome vebêjin û hûn çi hîs dikin, binivîsin.
‘Ev spartek di esasê de ji bo malbata ne’
Malbatan daxuyakirin ku bi sparteka hatiye dayîn tê xwestin ku fikarên malbatan bê hînkirin û bertekên xwe anîn ziman. Malbateke ku bertek nîşanî rewşê da wiha got: “Zarok ji şer û çekê fêm nakin. Bi dayîna vê spartekê tê xwestin ku cudahiyê têxin navbera zarokan û fikrên malbatan ên derbarê şerê li Efrînê hîn bibin. Mamosteyên wek cerdevanên dewletê di perwerdeyê de tên peywirdarkirin, hewl didin dibistanan ji navenda perwerdeyê derxin û bikin navendên îstîxbaratê.”
Malbatê her wiha destnîşan kir ku dixwazin zarokên temenên wan di navbera 8-9’an de diguhere bikin alava şer û wiha got: “Em li mal aştiyê, aramiyê kêfxweşiyê fêrî zarokan dikin, li dibistanan jî şer fêrî wan dikin. Em naxwazin zarokên me nîjadperest bên gîhandin. Zarok zarokên me ne. Ne zarokên kesî ne. Zîhniyeta xwe ya qirêj ji ser zarokên me bikşînin.”