'Bi OHAL’ê re di girtîgehan de binpêkirina mafên mirovan zêde bû'

  • 09:24 2 Adar 2018
  • Rojane
 
 
Rojda Aydin
 
AMED -  Parlementera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp derbarê OHAL û piştî wê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivî û got ku piştî hewldana darbeyê ku OHAL  hat îlankirin û şûnde li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan gelek zêde bûye û bang li raya giştî kir ku li dijî van pêkanînên dijmirovî bêdeng nemînin.     
 
Piştî îlankirina OHAL'ê di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de binpêkirina mafên mirovan gelek zêde bûn. Parlementera Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ya Amedê Sîbel Yîgîtalp a ku derbarê rewşa girtîgehan de nirxandin kir ev tişt got: "Piştî hewldana  darbeya leşkerî ku OHAL hat îlankirin û şûnde di girtîgehan de binpêkirina mafên mirovan gelek zêde bûye. Ez bang li raya gitştî dikim ku li dijî van binpêkirinên mafan bêdeng nemînin û hestiyar tevbigerin."
 
Sîbelê bi taybetî bal kişand ser êrîşên li girtîgeha Xerpêt, Osmaniye, Şakranê ku her roj bi zexdt û êrşên li ser girtiyan di rojevê de ne û wiah dirêjî da axafitna xwe: "  “Bi taybetî li girtîgeha  Xarpêt, Osmaniye, Şakran û Tasûsê binpêkirina mafan gelek zêde bûye û gihiştiye asta herî jor. Armanca hikûmeta AKP’ê ew e ku ji bo îktîdara xwe kesên bi bedena xwe di gitîgehan de ne fikir û ramanên wan jî dîl bigire. Lê kesên ku ji bo serweriya xwe di van xeyalan dikin bila  berxedana salên 80'yî ya Kemal Pîr û Mazlum Doganan û Sakîne Cansiz bînin bîra xwe. Wê wê demê bizanibin ku nikarin îradeya girtiyan dîl bigirin û di daxwaza xwe de bi ser kevin.”
 
'Tenê ne girtî malbat jî bi zextan re rûbirû ne'
 
Sîbelê li gel pêkanînên dijmirovî ên li ser girtiyan zextên li ser malbatên girtiyan jî bi bîr xistin û wiha berdewam kir:"Bi hincetên cuda cuda girtî her roj tên sirgûnkirin. Bi vê sirgûnkirinê re hem mafên girtiyan û hem jî mafê hevdtînê yê malbatên wan tê binpêkirin. Malbatên ku xizmên wan tên sirgûnkirin her hefteyê  gelek caran nikarin biçin xizmên xwe bibînin. Li gel van hemû pêkanînan li aliyekî jî zextan li malbatên ku diçin hevîdtinê dikin. Gelek caran malbat ji bo ku xizmên xwe bibînin dema diçin girtîgehê bi binpêkrinên mafan ên wekî lêgerîna tazî re rûbirû dimînin.  Her wiha axaftina bi telefonê ya hefteyê carekê ku mafê girtiyan e û bi malbatên  xwe re dikin ji hefteyê carekê derxistine ji du hefteyan carekê. Nameyên ku ji girtiyan re tên şandin tên sansûrkirin an jî nadin girtiyan. Jimartina li ser piyan li  girtiyan ferz dikin."           
 
'Li dijî hemû bê hiqûqiyan divê ku alternatîf hebe'
 
Sîbelê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku Abdullah Ocalan di bin şert û mercên girande ye, ev 19 sal e li dijî hemû  şert, mercan li berxwe daye û pêkanînên dijhiqûqî ên li Îmraliyê îro li ser hemû girtiyan tên ferzkirin. Sîbelê wiha dirêjî da axaftina xwe we: “Ji 5’ê Nîsana 2015’an vir de ji Birêz Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin. Bi girankirina tecrîtê re şer û tundî zêde bû. Lê di dema ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin dihat kirin û xebatên muzakereyan dihatin kirin pozê tu kesekî bi xwîn nedibû. Piştî ku AKP Mutabakata Dolmabahçeyê qebûlnekir şer dest pê kir. Îktîdar tecrîta ku li ser Birêz Ocalan pêk tîne hewl dide li hemû  girtîgehan belav bike.”
 
‘Xwedî girtiyan derbikevin’
 
Sîbel di dawiya axaftina xwe de got ku wek HDP wê li dijî binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan tên kirin xebatên xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xebatên ku em ji bo başkirina rewşa girtiyan dikin di destê me de ne, em wan dikin rapor, bi sazî û STK’yan re parve dikin û pişte ji raya giştî re dişînin. Divê pêvajoyê de pêwîs te hemû kes dengê xwe derbixe û xwedî li girtiyan derbikevin.”