Jinên Îzmîrê wê li dijî şer li qada bin
- 09:20 2 Adar 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Aktîvîsta Piştevaniya Mor Denîz Uslu derbarê meşa 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya li Îzmîrê pêk tê bang kir û diyar kir ku ew ê li dijî kesên bi şer re bedena jinê dikin wek parçeyek axê ya tê desteserkirin, dakevin qadan.
Li Îzmîrê amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didome û wê rojê saet di 19.00’an de li Alsancakê wê meşek pêk bê. Meş bi pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê wê pêk bê. Aktîvîsta Piştevaniya Mor Denîz Uslu daxuyakirin ku zîhniyeta serdest a mêr hewl dide bedena jinê bike parçeyek polîtîkaya şer û got wê vê taritiyê bi têkoşîna jinê biqelêşin.
‘Wê pîrebokên kambusê li qada bin’
Denîzê destnîşan kir ku bi OHAL’ê re şîdeta mêr gihaştiye astek mezin û hewl tê dayîn serdestiya mêr û rolên zayenda civakî li hemû hucreyên civakê bi cih bikin û got divê di 8’ê Adarê de piştevanî bê rêxistinkirin. Denîzê di berdewamiyê de bi lêv kir ku divê hemû jin ên betal, yên xwedî kar, yên bê zarok, yên bi zarok ji şert û mercan wê rojê xilas bibin û dengê xwe di 8’ê Adarê de bilind bikin û got wê Pîrebokên Kampusê yên ji jinên ciwan ên zanîngehê pêk tên jî li dijî polîtîkayên perwerdeyê û zayendperestiya YOK’ê dakevin qadan.
‘Li dijî serdestiya mêr’
Denîzê di dawiya axaftina xwe de Roja Jinên Cîhanê li dijî desthilatdarî, dewlet û hemû zemînên paşverû, berxwedana jinan sembolîze dike û wiha berdewam kir: “Em wek piştevaniya Mor dibêjin em ê tarîtiyê biqelişên û jiyanê ji nû ve ava bikin. Zîhniyeta serdest a mêr hewl dide bedena jinê bike parçeyek polîtîkaya şer û got wê vê taritiyê bi têkoşîna jinê biqelêşin. Em li dijî van hemûyan hemû kesî banga derketina qadên 8’ê Adarê dikin.”