Jinên Êzidî: Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye
- 09:01 2 Adar 2018
- Rojane
Ronida Hacî
AMÛDÊ - Endamên Rêveberiya Mala Jinên Êzidî a Herêma Cizîrê berxwedana Efrînê slav kirin û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin û gotin: "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye. Em ê xwedî li Efrînê û li şoreşa jinê derkevin."
Berxwedana Serdemê ya Efrînê ket roja 41'emîn. Endamên Rêveberiya Mala Jinên Êzidî ya Herêma Cizîrê berxwedana Efrînê slav kirin û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin û anîn ziman ku ev êrîşên tirkiyeyê ne tenê li ser gelê Efrînê, li ser hemû gelan e û gotin divê hemû gelê cîhanê ji bo Efrînê dengê xwe bilind bikin.
Endama Rêveberiya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Selma Xabûr derbarê berxwedana serdemê de anî ziman ku kesên ku dixwazin qêrîna gelê Efrînê qut bikin ew ê têk biçin û wiha got:"Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha, gelê Kurd bi vîneke xur berxwe didin û nahêlin kesek axa wan dagir bike. Em jî wekî jinên Êzidî ku li Şengalê bi hovîtiyeke mezin êrîşî me kirin van êrîşana şermezar dikim û dibêjim ku em ê li qadên jiyanê belav bibin û mafên xwe, axa xwe biparêzin."
'Efrîn hebûna hemû Kurdan e'
Selmayê da zanîn ku Efrîn hebûna hemû Kurdan e û wiha berdewam kir:"Me wekî jinên Êzidî feyza xwe ji şoreşa Rojava girt. Em ê jî ji bo parastina axa Efrînê her dem têbikoşin. Çimkî Efrîn hebûna hemû Kurdan e."
'Em hevalên serîhildana Efrînê ne'
Her wiha Endama Rêveberiya Mala Jinên Êzidî Leyla Îbrahîm bi lêv kir ku ew hemû jin hevalên serîhildana Efrînê ne û wiha got:"Dewleta tirk dixwaze gelê Kurd tune bike. Lê gelê Kurd tu caran tune nabe. Em bi yekîtî û hêza jinê li hemberî dagirkeriyê serî hildidin."