ROJEVA 2'Ê ADARA 2018'AN
- 09:00 2 Adar 2018
- Rojev
*Endamên Rêveberiya Mala Jinên Êzidî a Herêma Cizîrê berxwedana Efrînê slav kirin û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin û gotin: "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye. Em ê xwedî li Efrînê û li şoreşa jinê derkevin." BI DÎMEN
*Bi nêzîkbûna 8 Adarê re koroya Koma Arjîn dest bi xebatên xwe kir. Koroya ku ji 9 jinan pêk tê wê di 8'ê Adarê de bi stranên xwe govenda 8'ê Adarê geş bike. BI DÎMEN
*Aktîvîsta Piştevaniya Mor Denîz Uslu derbarê meşa 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya li Îzmîrê pêk tê bang kir û diyar kir ku ew ê li dijî kesên bi şer re bedena jinê dikin wek parçeyek axê ya tê desteserkirin, dakevin qadan. BI DÎMEN
*Kumriyeyê ya ku bi salan hatiye koçberkirin, tîne ziman ku ji ber tiştên dîtiye û bihîstiye, yên di ber deriyê wê re derbas dibin, gûh didinê. Dengê wê bi lorînên wê bilind dibe. Tiştên hatine jiyîn di klamên xwe de vedibêjin. BI DÎMEN
*Jinên sendîkayê ku amadekariya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin diyar dikin ku ew li pey mafên xwe yên ked, wekhevî û aştiyê ne û wê li qada bin. BI DÎMEN
*Parlementera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp derbarê OHAL û piştî wê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivî û got ku piştî hewldana darbeyê ku OHAL hat îlankirin û şûnde li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan gelek zêde bûye û bang li raya giştî kir ku li dijî van pêkanînên dijmirovî bêdeng nemînin. BI DÎMEN
*Êrîşên TSK’ê yên li hemberî Efrînê didomin û hat hînbûn ku li Meletiyê li dibistanekê ji bo xwendekaran sparteka ‘Efrînê’ hatiye dayîn. Malbatan bertek nîşanî bûyerê dan û diyar kirin ku li şûna zarok ji şer bên parastin dikin hevkarê şer.
*Jinên di Kooperatîfa Jinan a Baglarê de dixebitin, hilberînên xwe tenê li Kurdistanê nafroşin. Cilên neteweyî îxracî Amerîka, Îtalya û gelek welatên din dikin. Jinan diyar kirin ku krîzek aborî ya mezin tê jiyîn û bang li jinan kirin ku ji bo jin beramberê keda xwe bigirin divê dakevin qadên 8’ê Adarê. BI DÎMEN
*Abdullah Ocalan ji bo ‘29’emîn Serhildana Kurdan’ venasîna ‘Kulîlkek ku li ber kendal şîn dibe’ dike. Di esasa perspektîfên azadiya jinê ya Abdullah Ocalan de, Tevgera Azadiya jinan a Kurdistanê ku hem têkoşerî û hem jî afrîneriya îdeolojiya 40 salî û qezenc û tecrubeyên pratîk e, îro sînor derbas kirine û bi taybet di şexsê Bakurê Sûriyeyê de li hemû cîhanê rê dide têkoşîna azadiya jinê û jinên cîhanê.