Nûçegîhana me Dûrket Suren hat binçavkirin
- 17:00 1 Adar 2018
- Rojane
AMED - Nûçegîhana me Dûrket Suren dema ku ji bo şopandina nûçeyan diçû Lîceyê hat binçavkirin.
Nûçegîhana me Dûrket Suren dema ku ji bo şopandina nûçeyan diçû navçeya Lîceyê ya Amedê hat binçavkirin. Dûrket a ku bi hinceta derbarê wê de "lêgerîn heye" hat binçavkirin, ji bo kontrola tenduristî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Lîceyê. Piştî nexweşxaneyê Dûrketê birin Muduriyeta Emniyeta Lîceyê û piştrê wê bînin Muduriyeta Emniyetê ya Amedê.