402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’

  • 16:14 1 Adar 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê, diyar kir ku di girtîgehan de 402 jê giran hezar û 154 girtiyên nexweş hene û got: “Li gorî daneyên Wezareta Dadê 20 hezar girtî li erdê radizên.”
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan  (ÎHD) a Îzmîrê, lîsteya girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de nû kirin û bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş. Komîsyona Girtîgehan li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê civîna çapmeniyê pêk anî û Alîkara Sekretera Giştî ya Berpirsiyarê Rêxistinbûyîn û Girtîgehan a ÎHD’ê Necla Şengul û Endama Komîsyona Girtîgehên Navendî Nehîr Bîlece beşdar bûn. 
 
Necla Şengul di civînê de axivî û got di lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de, 402 jê giran hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Necla, anî ziman ku divê demildest 402 girtiyên nexweş bên berdan.”
 
Dûre Nehîr Bîlece rapora komîsyonên xwend û wiha got: “Şert û mercên tecrîda girankirî li girtîgehan de hene. Ev şert û merc gefan li rih û benda girtî û hikumxaran dixwe. Ji ber vê yekê ji bo girtiyên nexweş taboleyekê neyînî derdikeve holê.”  
 
'Hejmara girtiyan zêde dibe'
 
Nehîr, da zanîn ku li gorî daneyên 2’yê Mijdara 2017’an a Wezareta Dadê, li girtîgehan bi giştî 228 hezar û 993 girtî û hikumxar hene û wiha bilêv kir: “Di sala 2002’yan û vir ve roja AKP bû desthilatdar hejmara girtî û hikumxaran derketiye 59 hezar û 429’an. Li Tirkiyeyê bi giştî 386 girtîgeh hene û kapasiyeta wan 208 hezar û 830’in. Li gorî danayên Wezareta Dadê 20  hezar girtî li erdê radizin.”
 
Nehîr, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li gorî danayên 1’ê Adara 2018’an a ÎHD’ê, di girtîgehan 402 jê giran hezar û 1154 girtiyên nexweş hene. Rewşa girtiyan ji ber OHAL û KHK’an girantir bûye.”
 
Ferzkirina kincên yekreng 
 
Nehîr, bal kişand ser ferzkirina pêkanîna cilên yek tîpî jî û wiha domand: “Binpêkirina mafan ên di girtîgehan pir zêde bûne. Biryara cilên yektîpî, ferzkirina hejmara li ser piyan bûne sedemên îşkece û tundiya li ser girtiyan. Bi taybetî ev yek herî zêde li girtîgehên Îskenderun, Osmaniye, Xarpêt, Ermenek, Rîze, Bursa, Akhîsar, Wan, Tekîrdag, Bayburt, Kiriklar, Şakranê rû didin.”