Platforma 8'ê Adarê starta çalakiyên li Stenbolê da
- 14:00 1 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Platforma 8'ê Adarê ji bo mîtînga ku dê di 4'ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bê çêkirin, banga beşdarbûnê kir.
Platforma 8'ê Adarê ji bo mîtînga ku dê di 4'ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bê çêkirin, li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) cîvîna çapemeniyê li dar xist û banga beşdarbûnê ya ji bo mîtîngê kir. Li eywana civînê parkarta "Em li dijî şer, OHAL'ê, zayendperestiyê ji bo keda xwe nasnameya xwe, azadiya xwe serî hildidin. Em di 4'ê Adarê de li Bakirkoyê ne " hatibû aliqandin. Nûnerên hemû hevkaran, Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemir jî beşdarî civînê bû. Li ser navê platformê daxuyaniya çapemeniyê Demet Koca kir.
'Em bang dikin ku hemû jin bên ba hev'
Demetê anî ziman ku li dijî şîdet, OHAL, zext, îstismar, taciz, tecawiz, şer û polîtîqayên komkujiyê em ê bi rihê 8'ê Adarê qadên xwe yên jiyanê biparêzin û em bang dikin ku hemû jin bên ba hev.
'Herî zêde jin di bin bandora Efrînê de man'
Demetê diyar kir ku jin nabin alîgirê polîtîqayên şer ên dagirker û wiha domand:"Em ê jin li dijî zihniyeta ku keda me vala derdixe serî hildin. Di vê serdema ku siberoja gelan bi polîtîqayên şer tê reşkirin de herî zêde jin di bin bandora Efrînê de man."
'Em jiyaneke hevpar dixwazin'
Demetê herî dawî wiha got:"Li dijî polîtîqayên ku jinê diçewisînin em ê serî hildin û em nahêlin ew qêrîna me bifetisînin. Em wekî hemû jinên Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Boşnak, Pomak, Ermenî û hwd.. destûrê nadin ku ew qêrînên me bifetisînin. Em ê bi hişmendiya xwe ya jinê destûrê nedin êrîşên zayendperest, şovenîst û heteroseksist û em ê di 4'ê Adarê de li Qada Cûmhuriyetê ya Bakirkoyê bin."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.