Wêneyên ji opbjektîfên jinan hatin pêşandan
- 13:10 1 Adar 2018
- Rojane
AMED - Di pêşengiya Platforma Dîlce Amed ya Jinan de Pêşangeha wênyeyan a bi navê "Ji objektîfkên jinan" hat pêşandan di pêşangekê de wêneyên ji aliyê jinan ve ên deraberê 8'ê Adarê de ku li bajarên cuda cuda haitibûn kişandin hatin pêşandan.
Platforma Dîcle Amedê ya Jinan, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Diyar Galeryayê pêşangeha wêneyan a bi navê "Ji objetîfkên jinan" da pêşandan. Ji bo merasîma pêşangehê ku hat kirin, parlamentera Amedê ya HDP'ê Feleknas Uca, Hevseroka HDP'ê Fîlîz Buluttekîn, Endamên Platforma Dîcle Amdê û gelek jin tevli bûn. Wêneyên ku ji bi objektîfa jinan derabrê 8'ê Adarê de li bajarên cuda cuda hatibûn kirşandin ên jinên berxwedêr hatin pêşandan. Di merasîmê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekiye Yilmaz axîvî. Zekiye bang li hemû jian kir ku tevli çalakiyên 8'ê Adarê bibin, got ku tirsa wan ji tu kesî tune ye û got ku ew ê tişta divê bê kirin bikin.
Pêşangeh wê piştî ku qurnefîl li Sûrê bên belavkirin û pêşandana fîlmê ku wê saet di nabera 18.00 -20. 00'an de ku wê li N-CÎTY li Avşar Sînemayê bê pêşandan berdewam bike.