Jinan laçikên xwe yên spî ji bo azadiyê li ba kirin
- 13:00 1 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Tirkiyeyê dijîn ji bo piştgiriya çalakiya jinên Îranê ya "Çarşema Spî" vê hefteyê laçikên xwe ji bo îstismara li ser zarokan û ji bo azadiyê li ba kirin.
Jinên Tirkiyeyî piştgiriya ji bo jinên Îranê didomînin. Jinên Îranê li dijî laçika bi mecbûrî û zextan dest bi çalakiya Çarşema Spî kiribûn. Jinên Tirkiyeyî jî piştgiriyê didin vê çalakiyê. Jinan di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Stenbol, Edîrne, Îzmîr, Zonguldak, Enqere û li Çukurovayê bi laçikên xwe yên spî çalakî li dar xistin.