Herêma Racoyê ya Efrînê bi balafirên şer tê bombebarankirin
- 12:31 1 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Balafirên şer ên TSK'ê gundeên Bedinayê yên girêdayî Hec Xelîl û Mabetayê yê Racoyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de hat hîn bûn ku hinek kes birîndar bûne, hinek kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat diyarkirin ku pevçûnên mezin li Erena Bilbilê û li Bililkaya Racoyê diqewime.
Serîhildana gelê Efrînê ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê ket roja 41'emîn. Serê sibehê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) navçeyên Raco, Bilbilê û Mabetayê bombebaran kirin. Di encama bombebarankirina Hec Xelîla Racoyê û Bedinaya Mabetayê hat hîn bûn ku gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dane gelek jî birîndar bûne.
Derbarê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn de agahiyên zelal nehat girtin. Her wiha hat hînbûn ku bombebaran didome.
Her wiha hat hînbûn ku li gundê Bilikaya Racoyê, Girê Cenikayê û li Erena Bilbilê pevçûnên mezin diqewimin.