Koordînasyona Kongra Star a herêma Cizîrê plansaziya 8'ê Adarê parve kir
- 12:11 1 Adar 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongra Star a herêma Cizîrê plansaziya 8'ê Adarê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Koordînasyona Kongra Star a herêma Cizîrê plansaziya çalakiyên 8'ê Adarê yên roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi raya giştî re parve kir û di vê derbarê de daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
"Em ê bi rihê Berxwedana Serdemê û berxwedana jinên Efrînê tekoşîna azadiyê bilind bikin, wê bi pêşengtiya Kongra Star hemû jinên herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi dirûşma 'Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê' 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Ji Rozayan heta Arînan, ji Sakîneyan heta Avesta Xabûran têkoşîna jinan li hember hişmendiya tecawizkar ji bo parastina rûmetê di Berxwedana Serdemê de mezin dibe. Di dîrokê de heta roja me ya îro jinê li beramberî desthilatdariya mêr a tecawizkar bi qehremantî şer kiriye û serî netewandiye. Di roja me ya îro de, di sala 2018'an de careke din jin nîşana bilindkirina tekoşîna azadiyê dide û bi berxwedana jinên Efrînê re dilsoziya xwe dide nîşandan û pêşengtiya serdemê dike."
Her wiha di daxuyaniyê de rêzeçalakiyên Kongra Star ên herêma Cizîrê bi boneya 8'ê Adarê hatin parvekirin. Plansazî jî wiha ye:
*Li hemû bajar û bajarokên herêma Cizîrê ji 26'ê Sibatê ve semîner û civîn tên lidarxistin û sînevîzyon tên pêşkêşkiri.
*Li Dêrikê 2 semîner dê bê çêkirin.
*Li Girkêlegê, Çilaxa, Tilkoçer û Yûsiviyê 4 semîner dê bê çêkirin.
*Li Tirbespiyê 4 semîner dê bê çêkirin.
*Li Qamişlo, Til Hemîs û Tilbirak 4 semîner dê bê çêkirin.
*Li Amûdê 4 semîner dê bê çêkirin.
*Li Dirbêsiyê gundê Jinwar semînerk dê bê çêkirin.
*Li Serê Kaniyê û Zirgan 4 semîner dê bê çêkirin.
*Li Tiltemir Çiyayê Kizwana 3 semîner dê bê çêkirin.
*Li Hesekê, Hol, Şedadê û Erîşê 4 semîner dê bê çêkirin.
*Ji HPC-Jin re du semîner dê bê çêkirin.
Ango di hemû qadên herêma Cizîrê de wê civîn û semîner bên dayîn. Di 5'ê Adarê de bi sedan jin ji herêma Cizîrê wê berê xwe bidin Efrînê û 8'ê Adarê û berxwedana Serdemê silav bikin.
"Roja 8'ê Adarê li navenda Tirbespiyê dê were pîrozkirin û berxwedana Efrînê dê were silavkirin.
Di dawiya daxuyaniya Kongra Star de wiha hat gotin: "Em bang li hemû gelê xwe û hemû jinan dikin ku dakevin qadan û xwe li derdora berxwedana Efrînê bikin xelek û 8'ê Adarê tacîdar bikin. Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye û jin pêşenga serdemê ye. 8'ê Adarê pîroz be."