Têkoşerên meha Sibatê hatin bibîranîn
- 10:56 1 Adar 2018
- Rojane
KOBANÊ - Saziya Malbatên Şehîdan bi pêşengtiya Kongreya Starê li goristanên têkoşeran mûm pêxistin.
Bi sedan malbatên berxwedêrên azadiyê yên Kantona Kobanê û gundewarên wê bi pêşengtiya Kongreya Starê ji bo bîranîna têkoşerên meha Sibatê û ji bo 8'ê Adarê li goristana Şehîd Dicle, Berx Batan û goristana Komkujiyê find pêxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Rêveberiya Xweser Hedle Hesen û li ser navê şandeya Başûrê Kurdistanê Macîda Omer li goristana Şehîd Dicle axivîn û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û gotin ku ew ê tucaran berxwedana têkoşeran ji bîr nekin û li ser şopa wan bimeşin û wê berxwedana serdemê bi ser bixin.
Her wiha li Goristana Berx Batanê endama Kongreya Starê Xalîsa Hec Ebdul-Qadir û endama Koordînasyona Kongra Starê Felek Yusif axivîn, têkoşerên meha Sibatê bi bîranîn, her wiha 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û peyama dewamiya têkoşîn a ji bo berxwedana serdemê ya Efrînê dan.