Ji bo gelê Sirînê civîn hat lidarxistin

  • 10:26 1 Adar 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star ji bo rewşa dawî ya siyasî û bi boneya 8’ê Adarê civînek ji bo gelên Sirînê li dar xist. 
 
Bi beşdarbûna dehan jin û mêrên Bajarê Sirînê li navçeya Çelebiyê, navçeya Qadriyê û Bajarokê Bilikê, Kongreya Star bi boneya hedefgirtina Efrînê û derbarê 8'ê Adarê de civînek li dar xist.
 
Civîn li salona navenda TEV-ÇAND ya Sirînê hat li darxistin. Salona civînê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û alên TEV-DEM'ê hatibûn xemilandin. 
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê jî endama Meclîsa Giştî Ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dilber Yusif axivî.
 
Hêzên ku alozî ava kirine, nikarin bibin hêza çareseriyê!
 
Endama Meclîsa Giştî Ya PYD'ê Dilber Yusif wiha dest bi axaftina xwe kir:"Hemû bûyerên ku niha li ser axa Sûriyeyê rû didin bi planên dewletên navneteweyî ne da ku dagirkeriya xwe pêk bînin. Ev 7 sal in ku şerê Sûriyeyê didome. Artêşa azad di destpêkê de qaşo weke daxwaza mafên gel daketin qadan lê piştre diyar bû ku wan bixwe komkujî pêk anîn û bûn sedema qetilkirin, talan û wêrankirina gel. Lê gelê Kurd li dijî hemû êrîşan serî hildan û xwe parastin îro jî li Efrînê li dijî dagirkeran xwe diparêze."
 
Gelê rêxistinkirî bingeha avakirina civaka demokratîk e!
 
Dilberê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rêxistinbûna gel û wiha got: “Gelê ku ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî ve xwe bi rêxistin kiribe, ew gel dê bikaribe ku xwe ji hemû lîstokên desthilatdaran biparêze. Gelên pêşketî û zana tu caran li dû berjewendiyan nakeve. Gelê Kurd jî îro li Efrînê bê berjewendî axa xwe diparêzin û xwedî li rûmeta xwe derdikevin."
 
Çeka li hemberî 'dagirkeriyê' wekheviya gelan e
 
Dilberê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên ku îro êrîşî xaka me dikin nirxên me yên mirovahî, çanda me hedef digrin. Dema ku çand û zimanê mirovan tune dibe ew mirov jî tune dibe. Êrîşkar dixwazin ku çand û nasnameya gelê Sûriyeyê tune bikin. Di êrîşên li ser Efrînê de cihên dîrokî jî hedef hat girtin. Lê gelên ku li Efrînê dijîn bi têkoşîna xwe hebûn û rastiya xwe ya berxwedanê ispat kirin. Gelê Kurd ne tenê ji jo xwe ji bo hemû gelan berxwe dide. Çeka li hemberî 'dagirkeriyê' wekheviya gelan e."
 
8'ê Adarê şoreşa jinê ye
 
Dilberê di dawiya axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinên kedkar pîroz kir û wiha axivî: “Em nêzî cejna jinên kedkar ên cîhanê dibin, em nêzî şoreşa azadiyê jinê dibin. Jina ku tenê kole û makîneya anîna zarokan dihat dîtin, îro em dibînin ku ligel hemû astengiyan jî  nasname û îradeya xwe îsbat kir. Ji bo vê jî azadiya jinê bingeha avakirina civakeke demokrat û azad e."  
 
Civîn bi dirûşma "an serkefin, an serkeftin" bi dawî bû.