Berpirsiyarê Nexweşxaneya Avrînê:Em ê tomaran pêşkeşî saziyên navneteweyî bikin

  • 10:09 1 Adar 2018
  • Rojane
Ruhenda Amed 
 
EFRÎN - Li Efrînê di encama êrîşên dewleta tirk de di navbera 1salî û 80 salî de sîvîlên ku birîndar bûn li Nexweşxaneya Avrînê hatin tedawîkirin. Berpirsiyarê Karên Îdarî yê Nexweşxaneya Avrînê Cihan Ebdo derbarê sîvîlên ku li Nexweşxaneya Avrînê hatin tedawîkirin de wiha got:"Kesên ku li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin ji 1 salî heta 80 salî hemû sîvîl bûn. Her çiqas înkar bikin jî me hemû tomar kiriye û em ê bidin saziyên navneteweyî."
 
Berxwedana Serdemê ya Efrînê ket roja 41'emîn. Dewleta tirk di 20'ê Çileyê de êrîşî Efrînê kir û ji wê rojê heta niha ji cihên ku herî zêde di rojevê de yek jê Nexweşxaneya Efrînê bû. Sîvîlên ku di encama êrîşên dewleta tirk de birîndar dibûn li Nexweşxaneya Avrînê dihatin tedawîkirin. 
 
Mirov li mala xwe û li kuçeyan hedef hatin girtin
 
Kesên ku li malên xwe, li kuçeyan, di ser xwarina xwe de, li ser erdên xwe hedef dihatin girtin 41 roj in ku li Nexweşxaneya Avrînê têne tedawîkirin. Berpirsiyarê Karên Îdarî yê Nexweşxaneya Avrînê Cihan Ebdo anî ziman ku pêdiviya amûrên tibî heye. 
 
6 sal in xizmetê dike
 
Cihan derbarê nexweşxaneyê de wiha agahî da:"Ev nêzî 6 saliye ku li vê nexweşxanayê ji nexweşan re xizmet tê kirin. Dema ku ev nexweşxane ji bo xizmeta nexweşan vebû, Efrîn di bin ambargoyê de bû. Di serî de wekî nexweşxaneyek biçûk hat vekirin, beşên me kêm bûn. Me dawiyê de gelek beş vekir û ji gel re xizmet kir. Me bi derfetên zehmet ev nexweşxane vekir. Ji roja vebûye heta niha ez li vir dixebitim. Ji ber ku her dem Efrîn di bin ambargoyê de bû me kêmasiya alavên tenduristiyê û dermanan kişand. Qapasîteya nexweşxaneya me tenê 134 lîvîn e. Piştî êrîşên dewleta tirk û berxwedana Efrînê barê me girantir bû."
 
200 xebatkar bi şev û bi roj dixebitin
 
Li dijî gotina Tirkiyeyê ya "me sîvîl nekuştine" Cîhan mînaka nexweşên birîndar ên ku li Avrînê tên tedawîkirin da û got:" Gelek sîvîlên ku balafir û top li wan dikevin tînin vê nexweşxaneyê. Bi derfetên di destên me de em hewl didin ku mirovên birîndar tedawî bikin. Em 200 xebatkarên lê gelek carî nagihêjê."
 
'Di destên me de belge hene'
 
Cîhan anî ziman ku 41 roj in xebatkarên nexweşxaneyê bi şev û bi roj dixebitin û wiha got:"Tevî hemû zehmetiyan em wekî parçeyekî ji vê berxwedanê hewl didin ku xebatên xwe bê pirsgirêk bidomînin. Lê ji ber ambargoyê û êrîşên dewleta tirk em kêmasiyên derman û pêdiviyên tibî dikişînin. Bi sedan birîndar anîn vê nexweşxaneyê. Ji vana gelek jê zarok û jin in. Hinek birîndaran jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk dibêje em sîvîlan nakuje lê kesên ku li vir tên tedawîkirin sîvîl in."
 
Cîhan anî ziman ku ji pitikên yek salî heta kesên 80 salî bûn hedefên êrîşan û wiha domand:"Hemû belge û tomar di destên me de ne, em ê vana pêşkeşî saziyên navneteweyî bikin. Ew çiqas înkar dikin bila bikin lê em ê van belgena bidin saziyên navneteweyî."
 
Banga alîkariya tibbî
 
Cîhan herî dawî banga alîkariya tibbî kir û wiha got:"Em ji bo mijara malzemeyên tibbî bang li saziyên navneteweyî dikin. Li vir sîvîl tên qetilkirin û malzemeyên me kêm in loma pêdiviya me ji alîkariyê heye."