Leylan Mihemed: Em ê agirê serîhildana Efrînê gur bikin
- 09:14 1 Adar 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Leylan Mihemed diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê nîşaneye hêvî û siberojên ronî ye û got em ê agirê serîhildana Efrînê gurtir bikin.
Berxwedana Serdemê ya Efrînê ket roja 40'emîn. Li dijî êrîşên dewleta tirk berxwedana gelê Efrînê didome. Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Leylan Mihemed derbarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de da zanîn ku jin di têkoşîna berxwedanê de di eniya pêş de cihê xwe digire û dê bi têkoşîna jinê Efrînê bi ser bikeve.
Leylanê diyar kir ku gelê Kurd xwedî têkoşîn û ferasetek mezin e û wiha got:"Destkeftiyên ku Kurdan bi keda eniya xwe bi dest xistine dixwazin tune bikin. Gelê Kurd çawa ku ji bo destkeftiyên xwe berxwe dan wê ji bo destkeftiyên wan wenda nebe jî berxwe bide. Serfirazî ya gelê Kurd e, kes nikare axa me dagir bike û deskeftiyên me tune bikin."
'Em hêviya xwe winda nakin û dev ji têkoşîna xwe bernadin'
Leylanê bi lêv kir ku ew hêviya xwe winda nakin û dev ji têkoşîna xwe bernadin û wiha domand:"Berxwedana Efrînê mînaka berbiçav a ji bo parastina nasname û nirxên pîroz e. Ji dîrokê heta a niha Kurdan ji bo nasname û nirxên xwe berxwe dan û heta dawiyê dev ji têkoşîna xwe bernedan. Gelê Kurd niha jî ji bo Efrînê berxwe didin û li dijî desthilatdaran bejna xwe natewînin."
'Em ê heta dawiyê ji bo aştî û azadiyê têbikoşin'
Leylanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li gel hemû zext û çewisandinan em ê agirê berxwedana serdemê gurtir bikin û nehêlin ku desthilatdar bigihêjin armanca xwe. Serfirazî û azadî ya gelê Efrînê ye."