Girtiyê krîza dil derbas kir hefteyek şûnde birin nexweşxanê

  • 09:12 1 Adar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê ku her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê, hat hînbûn ku ji bo girtiya ava vexwarinê bi sînor didin  girtiyan û  girtiyekî ku hefteyên borî krîza dil derbas kiriye jî hefteyek şûnde rakirine nexweşxaneyê.
 
Bi hinceta OHAL’ê zextên li ser girtiyan didomin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û îşkence û surgunkirin didomin. Girtîgeha Tîpa L ya Patnos a Agiriyê her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê. Hat hînbûn ku ava vexwarinê jî kêm didin girtiyan. 
 
Jina bi navê Sîbel Kabul a ku hevjînê wê di girtîgehê de ye diyar kir ku hefteya borî hevjînê wê krîza dil derbas kiriye û got: “Em çûn hevdîtina hevjînê min û got zext zêde bûne û dema ku krîz derbas kiriye, girtiyan li derî xistine û gazî gardiyanan kirine. Lê kes nehatiye. Girtiyan jî bi derfetên xwe mudaxale kirine. Hefteyek şûnde ew birine nexweşxanê.”
 
 Sîbelê bi lêv kir ku her roja ku dijçe zextên li girtîgehê zêde bdibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha ava vexwarinê jî nadin wan. Ji bo serî şûştinê ava germ nadin wan. Name û faksên wan nadin wan. Cilên wan jê girtine, yên me şandine jî di depoyê de tên girtin. Nadin wan. 
 
‘Kurdbûn sûcê herî mezin e’
 
 Emîne Kabul ya kurê wê li girtîgehê ye jî ev tişt got: “Di her axaftina bi me re banga berxwedanê dikin. Dibêjin çi were serê wan wê serî netewînin. Berê jî zext hebûn lê ne wek niha. Niha avê jî nadin wan. Cilên em dişînin nadin wan. Em diçin serdanê em rastî pêkanînên dijmirovî tên. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Em dizanin çima evqas zext li girtiyan tên kirin. Ji ber ku li gorî îktîdar û rêveberiya girtîgehê  Kurdbûn sûcê herî mezin e. Peywira dikeve ser milê me  ew e ku em wan tenê nehêlin û piştgiriyê bidin wan. Divê ku em bibin dengê girtiyan û zindanan.”