Ji bo xwedîderketina li jinan, dakevin qadan
- 09:11 1 Adar 2018
- Rojane
Duygu Civînîz
AMED - Sekretera Jinan a BES’ê Serap Kiliç di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bang li hemû jinan kir û got; “Ji bo em mafên xwe yên hatine xespkirin şûnde bigirin, em ê berxwedanek bi biryar nîşan bidin.Li dijî xespkirina destkeftiyên jinan û saziyên jinan em bang li hemû jinan dikin ku tevlî mîtînga 8’ê Adarê bibin.
Sekretera Jinan a Sendîkaya Buroya Kedekaran (BES) Serap Kiliç diyar kir ku ew îsal 8’ê Adarê bi biryara bilindkirina têkoşîna li dijî KHK û OHAL’ê pêşwazî dikin û got wê li dijî kuştina jinan, girtina saziyên jinan bertekên xwe nîşan bidin.
‘Emê nebin yek tîp’
Serapê daxuyakirin ku di 2017’an de 409 jin û zarok hatine qetilkirin, 332 êrîşên zayendî pêk hatine, 387 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kuştinên jinan ji sedî hezar 400 zêde bûye û hewl tê dayîn ku şîdeta li dijî jinê ji rêzê bê dîtin û îstîsmara zarokan jî kat bi kat zêde bûye. Em ê di pêvajoyek wisa de derkevin kolanan. Şîara me jî ‘Em hebûn, em hene, em ê hebin’ û ‘Em nabin yek tîp’ e. Li her qada jiyanê yek tîp tê ferzkirin. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bilind bikin. Serpîlê her wiha daxuyakirin ku wê li dijî zîhniyeta ‘yek tîp’ têbikoşin û ji israra xwe ya têkoşîna li kolanan şûnde gavê nabêjin.
‘Em ê bibin bersiva pêvajoyê’
Serapê di berdewamiyê de saziyên jinan yên bi hinceta OHAL’ê hatine girtin bi bîr xistin û got di dema OHAL’ê de jin carek din hedef hatine girtin, bi KHK’yan navend û saziyên jinan hatine girtin û ji ber vê jî ji bo bibin bersiva pêvajoyê Platforma Jinan a Amedê ava kirine. Serapê daxuyakirin ku ji bo mafên xwe şûnde bigirin wê di 8’ê Adarê de li qada bin û di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di navbera 1-10’ê Adarê de wê gelek bernameyan pêk bînin û bang li hemû jinan kirku tevli çalakiyên 8’ê Adarê bibin.