‘Hadim dûrketina ji çareseriyê ye’
- 09:09 1 Adar 2018
- Rojane
Leyla Ozkaynak-Evrîm Kepenek
STENBOL - Berdevka Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav daxuyakirin ku îstîsmara zarokan bi ‘Hadimê’ pêşî lê nayê girtin û got ev ji çareseriyê dûr e. Gulsumê bi lêv kir ku ji tenduristiyê heta perwerdeyê ji cezakirina sûcdaran dema polîtîkayên rast pêk bên sûc jî wê kêm bibin.
Ji bo astengkirina îstîsmara zayendî ‘hadima kîmyewî’ wek çareserî hat nîşandan û li dijî vê bertekên jinan didomin. Ji gelek aliyan hat diyarkirin ku ev ne çareserî ye û hat gotin ku divê zîhniyet bên guherîn. Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Gulsum Kav çima ‘hadim’ ne çareserî ye vegot. Gulsumê destnîşan kir ku ya divê bê rojevê teşeyê qanûna heyî ye û wiha pê de çû: “Hadima Kîmyewî ne çareserî ye. Ev pêşniyareke ji çareseriyê dûr e. Sûcên zayendê û îstîsmara zarokan eleqeya wê bi motîvasyona zayendî tuneye. Ev sûcê mirovahiyê ye.”
Gulsumê di berdewamiyê de daxuyakirin ku çareserî bi tedbîrên civakî pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû berspirsên îstîsmara zarokan teşîsa pedofîlî nagirin. Sûcên teşîsa pedofîlî digirin li welat pir tên dubarekirin û di asta ku zirarê bidin civakê ye. Lê ev wek li gorî daxwazê ye tê pêkanîn. Ji xwe daxwaza kes tunebe, kes nikare dest bide beden.”
‘Li dora pirsgirêkê digerin’
Gulsumê destnîşan kir ku li hinek eyaletên Amerîkayê hadim ji sedî 20 sûcan kêm dike û ev tişt anî ziman: “Di serî de divê civakên girîngiyê didin mafên zarokan bên avakirin. Li gorî vê cezayên bi bandor bên dayîn. Lê ev pêk nayên û pêşniyarên balkêş tînin rojevê. Ev jî ji xwe tê wateya ku ji peywira xwe dûr bikevin û ev jî tê wateya li dora pirsigirêkê digerin û ji çareseriyê dûr dikevin.
‘Divê polîtîkayên perwerdehiyê bên guherîn’
Gulsumê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê zarok bi qanûnan bên parastin û pergaleke ku zarok rast dişopîne hebe. Gulsumê her wiha balkişand ser newekheviya zayendê ya di perwerdeyê de û got divê ev ji holê bê rakirin û polîtikayên perwerdeyê bên guhertin.