Şirnex ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê hemû êrîşan vala derxînin

  • 09:06 1 Adar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê ku bi şîara ‘Wisa derbas nabe an azadî an azadî’ wê derkevin qadan, wê bersiva hemû êrîşan jî di 8’ê Adarê de bidin. 
 
Jinên Şirnexa ku qedexeya derketina derve lê hat îlankirin û 8 mehan hilweşîn lê hat kirin, li dijî hemû tiştên jiyane, zextan, hilweşîn û komkujiyan wê di 8’ê Adarê de gotina xwe bêjin. Jinên Şirnexê wê bi dirûşmeya ‘Wisa derbas nabe an azadî an azadî’ wê dakevin qadan. Hevşaredara Kumçati Ozlem Kutlu ku qeyûm tayînî cihê wê bû, diyar kir ku 8’ê Adarê wê bibe roja qêrîna azadiya jinê û wiha pê de çû: “Em ê îsal tije derbas bikin. Jinên Kurd û cîhanê wê li dijî êrîşan bersiva xwe di vê rojê de bidin. Em wek gel di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Li dijî qedexeyên AKP’ê em ê di vê rojê bêjin ‘em hene’. Hema hema hemû jinên HDP û DBP’ê hatin girtin û ji siyastê hatin dûrxistin. Ev zext bi taybet li jinan hatin kirin.” 
 
‘Bila jin wê rojê li qada bin’ 
 
Ozlemê daxuyakirin ku li dijî polîtîkayên zext û çewisandinê wê berxwe bidin û got heta dawiyê wê dest ji berxwedanê bernedin. Ozlemê bang li hemû jinan kir ku wê rojê li qada bin. Jin wê di 1’ê Adarê de bi bîranîna li Roboskê dest bi bernameyê bikin û bernameyên xwe yên wê hefteyekê pêk bînin wê bi şahî, panel, şandina qertan û belavkirina qurnefîlan berdewam bikin.