Ji dayika Sîbelcanê beriya rûniştinê bang: Ez edeletê dixwazim

  • 09:05 1 Adar 2018
  • Rojane
Dîlan Babat 
 
WAN - Cahît Çobandede yê Sîbelcan Yilmaz qetil kir, 7’emîn rûniştina doza wî di 8’ê Adarê de wê bê dîtin. Dayika Sîbelcanê, Zozan Yilmaz diyar kir ku ew ji bo jinên hatine qetilkirin edeletê dixwaze û got divê doz demildest bi encam bibe. 
 
Şehrîban Dînç, Hafîfe Temel, Kader Ozdemîr, Sîbelcan Yilmaz û bi dehan jinên din, hemû serlêdanên wan bê encam man û hatin qetilkirin. Ji jinên ku qêrîna wan nehat bihîstin yek Sîbelcanê ye û ji aliyê mêrê ku pê re hatibû zewicandin ve rastî şîdeta sîstematîk hat. Sîbelcan li gundê Tinali ya Elbaq a Wanê dijiya û di 17 saliya wê de bi mêrê navê Cahît Çobandede re hat zewicandin. Sîbelcan ya rastî şîdeta sîstematîk dihat doza destberdanê vekir û di 31’ê Gulana 31’ê Gulana 2016’an de ji aliyê Cahît ve hat qetikirin. Cahît ji aliyê gundiyan ve hat girtin û dan polîsan. Cahît hat girtin lê doz hîna didome. Cahît di 8’ê Adarê de cara 7’an wê derkeve pêşberî dadger.
 
‘Zarokê zikê wê jî kuşt’ 
 
Dayika Sîbelcanê, Zozanê got keça wê li ber çavên wê hatiye qetilkirin û got: “Qêrîna Sîbelcanê kesî nebihîst. Mêrê keça min kuşt, di her rûniştinê de derewa li keça min dike. Keça min îşkenceya giran dît. Cahîd zaroka zikê keça min jî kuşt. Tevî raporên keça min hebûn Cahît ceza negirt. Dadgeh li bende çiye?”
 
‘Her tim tê taloqkirin’
 
Zozanê bi lêv kir ku her rûniştinê ew dipên ku Cahît cezayê bigire û got: “Her carê ji ber guherîna îfadeyên Cahîd û şahidan rûniştin tê taloqkirin. Em çend caran bi malbata Cahîd re axivîn. Me got îşkenceyê li keça me dikin. Gotin wê keça me bînin ji me re. Kujerê keça min malbata Cahît e. Lê carekê malbat nehat dadgehê.”
 
‘Bila cezayê herî giran bigire’ 
 
Zozanê banga tevlîbûna rûniştina di 8’ê Adarê de wê pêk were kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev 2 sal in ez edeletê dipêm. Kujer ev du sal in dibêje ez poşman im. Hewl dide heyetê pê bide bawerkirin. Lê Cahîd derkeve wê were min bikuje. Wî jî wisa gotiye. Cahît cezayê herî giran heq dike. Bila dozên kujerên jinan wisa dirêj nebin. Em edeletê dixwazin.”