Li Kurdistanê çîroka gorek winda
- 09:03 1 Adar 2018
- Rojane
WAN - F ya li hestiyên kurê xwe yê di salên 1990’î de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye digere, diyar kir ku herî dawî hîn bûye ku hestiyê kurê wê li Şehîdgeha Herekol a Sêrtê ye, lê ji ber êrîşên li dijî goristanan carek din winda kir. F. diyar kir ku hestî hebin jî wê hestreta wê di gora wî de bi dawî be û got: “Piştî hestiyên ji gorê derketin şûnde dîsa hestiyên wî wenda bûne. Ez nizanim hîna ez ê çend caran bimirim. Min dîsa hestiyên kurê xwe winda kir.”
Di êrîşên li dijî goristanên li Kurdistanê de bi sedan gor hatin texrîbkirin û navên li ser goristanan hatin paqijkirin. Her wiha di meha Kanûnê de 27 cenazeyên aydê PKK’iyan yên li Şehîdgeha Garzanê ya li gundê Oleka Jor a Tetwana Bedlîsê hatin derxistin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Dayikên zarokên wan carekê hatibûn windakirin cara duyem êşê dijîn. F. ya kurê xwe di 1990’î de wenda kir û ji bo gorek kurê wî hebe çû her cihê û wiha got: “Min tam hestiyên wî dît lê dîsa ji ber êrîşan min winda kir. Ez bi salan geriyam. Min testa DNA'yê kir. Herî dawî me hîn kir ku hestiyên wî li Herêma Herekol hatiye dîtin. Hestî hebûna jî hesreta min wê bi gorekê bi dawî bibûna. Piştî gor hatin vekirin hestî hatin dîtin lê mîn dîsa winda kir. Ez nizanim hîna ez ê çend caran bimirim. Ji xwe mirine, çi ji hestiyan dixwazin.”
H.B. jî bertek nîşanî êrîşên li dijî gora keça wê ya li Goristana Suphan a Navçeya Îpekyol a Wanê pêk hatiye, da û got: “Zarokên me tên windakirin û tenê em bi gorên wan teselî dibin. Lê li dijî vê jî tehemula wan nîne. Min 6 sal berê keça xwe di bombebarana Çiyayê Çirav a Sêrtê de winda kir. Çima ji goran ditirsin? Êdî najîn. Çi zirara wan ji we re heye? Ez çûm ser gorê min dît ku hestiyên wî derxistine. Ev êşek mezin e. Bila ji hestiyên zarokên me dûr bikevin.”