ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
- 09:00 1 Adar 2018
- Rojev
*Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Leylan Mihemed diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê nîşaneye hêvî û siberojên ronî ye û got em ê agirê serîhildana Efrînê gurtir bikin.
*F ya li hestiyên kurê xwe yê di salên 1990’î de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye digere, diyar kir ku herî dawî hîn bûye ku hestiyê kurê wê li Şehîdgeha Herekol a Sêrtê ye, lê ji ber êrîşên li dijî goristanan carek din winda kir. F. diyar kir ku hestî hebin jî wê hestreta wê di gora wî de bi dawî be û got: “Piştî hestiyên ji gorê derketin şûnde dîsa hestiyên wî wenda bûne. Ez nizanim hîna ez ê çend caran bimirim. Min dîsa hestiyên kurê xwe winda kir.” BI DÎMEN
*Cahît Çobandede yê Sîbelcan Yilmaz qetil kir, 7’emîn rûniştina doza wî di 8’ê Adarê de wê bê dîtin. Dayika Sîbelcanê, Zozan Yilmaz diyar kir ku ew ji bo jinên hatine qetilkirin edeletê dixwaze û got divê doz demildest bi encam bibe. BI DÎMEN
*Jinên Şirnexê ku bi şîara ‘Wisa derbas nabe an azadî an azadî’ wê derkevin qadan, wê bersiva hemû êrîşan jî di 8’ê Adarê de bidin.
* Koma Cumartesî wê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi jinan re li qada bin. Koma Cumartesî ya sala borî di pêvajoya referanduma 16’ê Nîsanê de di eniya ‘Na’ de hatin cem hev, bi staranên ku gotin bal kişandin. Kom ji aliyê jinan ve her diçe zêdetir tê nasîn. BI DÎMEN
*Berdevka Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav daxuyakirin ku îstîsmara zarokan bi ‘Hadimê’ pêşî lê nayê girtin û got ev ji çareseriyê dûr e. Gulsumê bi lêv kir ku ji tenduristiyê heta perwerdeyê ji cezakirina sûcdaran dema polîtîkayên rast pêk bên sûc jî wê kêm bibin.
*Sekretera Jinan a BES’ê Serap Kiliç di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bang li hemû jinan kir û got; “Ji bo em mafên xwe yên hatine xespkirin şûnde bigirin, em ê berxwedanek bi biryar nîşan bidin.Li dijî xespkirina destkeftiyên jinan û saziyên jinan em bang li hemû jinan dikin ku tevlî mîtînga 8’ê Adarê bibin. BI DÎMEN
*Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê ku her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê, hat hînbûn ku ji bo girtiya ava vexwarinê bi sînor didin girtiyan û girtiyekî ku hefteyên borî krîza dil derbas kiriye jî hefteyek şûnde rakirine nexweşxaneyê.
*Li New Yorkê li fabrîkayekê jinên karker serhildan dan destpêkirin û bûn mîlada lêgerîna azadî, wekhevî û edeletê. Jinên serhildan dewr girtin, îro li dijî DAIŞ’ê li dijî zîhniyeta serdest a mêr, li dijî desthilatdarî, mêtîngerî, faşîzm, cudabûn, qetilkirinê, îstîsmara zayendî dibin Tanya, Avesta û agir û diqêrin, dibêjin: “Hemû jinên cîhanê bibin yek!”