Kongreya Star bi hevjînên berxwedêran re civîn li dar xist

  • 17:16 28 Sibat 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star a Kantona Kobanê ji bo hevjînên berxwedêran civînek li ser wate û  girîngiya 8'ê Adarê li dar xist.
 
Rêxistina Kongreya Star ji bo hevjînên berxwedêran civînek li dar xist, di civînê de wate û girîngiya 8'ê Adarê hat şîrovekirin. Civîn li saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê ya herêma Firatê bi beşdarbûna bi dehan hevjînên berxwedêran hat lidarxistin. 
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê li ser navê Rêveberiya Kongreya Star Leyla Çiya axivî, Leyla bal kişand ser roja 8'ê Adarê, her wiha tekoşîna jinê û şoreşa jinên Rojava û wiha got:" Destpêka roja 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz be. Yên ku çand, ziman, exlaq û civak ava kir û pêş xistin jin in. Di şoreşa Rojava de jî jin pêşeng bû. Wateya vê rojê ji bo tevahî jinên azadîxwaz û şoreşger girîng e. Bi rihê serîhildana Efrînê em ê 8'ê Adarê pîroz bikin."
 
Paşê li ser navê hevjînên berxwedêran Wehîda Osman axivî û wiha got:" Em ê 8'ê Adarê bi coş û berxwedana Efrînê pîroz bikin û rêya berxwedêran bişopînin."
 
Civîn bi dirûşmên " Jin Jiyana Azadî", "Bê Serok  Jiyan Nabe" bi dawî bû.