'Em ê di 8'ê Adarê de li dijî cudakariya li heberî jinên li ber xwe bidin'

  • 16:46 28 Sibat 2018
  • Rojane
WAN - Di xwarina ku li Wanê di pêşengiya TJA'yê de hat dayîn parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgotkçe Ertan a ku tevli xwarinê bû got; "Di 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de em ê jin li qadan bin û li dijî dijminantiya AKP'ê ku jinê wekî dijmin dibîne û li dijî wê cudakariyê dike bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin."
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de  HPD û DBP'yî  di xwarinê de hatin gel hev. Di xwarina ku li Eywana Dawetê Beyaz Sarayê hat dayîn de hevserokên HDP û DBP'ê yên Wanê, parlamenterên Wanê Bedîa Ozgokçek  Ertan, Lezgîn Botan, Endamên PM'a HDP û DBP'ê, aktîvîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli bûn.
 
Di xwarina piştevaniyê ya ku hat dayîn de destpêkê  Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede axivî, berxwedana gelê kurd wekî kulîlka berfînê bi nav kir û wiha got: "Li gel ku hemû cîhan xwe radestî çileyê dike berfîn di orta çileyê de serê xwe radike û ji binê axê di nav berfê re dibêje ez li vir im. Berfîn bi vê helwesta xwe dibêje ' Ger ku ez vê bikim hun ê jî dikarin bikin'. Ger ku em jî wekî berfînê serê xwe bilind dikin tekes ew ê bihar bê û nêz e." 
 
'Em ê di 8'ê Adarê de dengê xwe bidin bihîstin'
 
Piştre aktîvîsta TJA'yê Nermîn Unat axîvî û bang li hemû kesî kir ku tevli çalakiyên 8'ê Adarê yên ku wê li Wanê bên li darixistin bibin. Nermîn got ku ew ê bi coşa 8'ê Adarê 21'ê Adarê Newrozê pîroz bikin û wiha berdewam kir: "Em roja 8'ê Adarê bang li hemû gelê Wanê û jinên Wanê dikin ku dakevin qadan û 8'ê Adarê pîroz bikin. Em ê bi coşa xwe ya 8'ê Adarê 21'ê Adarê Newrozê pîroz bikin. 
 
'Gelê me her carê di sendoqê de bersîva wan da'
 
Di xwarina piştevaniyê ku hat dayîn de herî dawî parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî. Bedîayê di kesayeta parlamentera Wanê û Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag de hemû siyasetmedarên di girtîgehê de silav kirin. Bedîayê got ku du mijarên di 28'ê Sibatê de dîrokî ne û wiha got: "28'ê sibatê du tişta bi bîra me tîne. Yek darbeya leşkerî ya post -moderen e û ya din jî mutabakata Dolmabahçeyê ye.  Piştî darbeya 28'ê sibatê gotin em mexdûr bûne û hatin îktîdarê û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd soz dan. Lê heta roja îro ev sozên xwe bi cih neanîn û dijberî vê her carê bi van gotinên xwe gelê kurd mexdûr kirin. Gelê me ev derewên wan dîtin û her carê di sendoqê de bersîva wan da."
 
'Em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin'
 
Bedîa bal kişand ser Êrîşên li dijî Efrînê yên dewleta tirk û wiha got: "Tu tehdît li dijî Tirkiyeyê tune bû. Lê operasyona bi navê  Şaxê Zeytûnê ji bo hemû gelan tehdît e. Şerê li dijî kurdan derketiye lutkeyê.  her roj sûcekî dikin. Li gel kuştinan nijadperestî her roj zêde dibe. Êrîşên gelek giran tên kirin ji bo ku li îktîdarê bimînin.  Em ê jin di meha Adarê di 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de li qadan bin. Em ê li dijî polîtîkayên AKP'ê ku jinan dike hedef li ber xwe bidin."