Dewreya tenduristiyê ya mudaxeleya yekemîn didome
- 16:44 28 Sibat 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Bi pêşengtiya Heyva Sor a Kurd dewreyek perwerdeyê ya mûdaxeleya yekemîn hat destpêkirin.
Heyva Sor a Kurd li Til Temir a Kantona Hesekê dewreya perwerdeyê a li ser tenduristiya hat vekirin. 35 endamên lijneya tenduristiyê yên Komînên bajar û gundan beşdarî perwedeyê bûn.
Wê perwerde 3 mehan bidome û li ser sê qonaxan were meşandin. Qonaxa yekemîn dîtbarî ye, mînak naskirina nexweşiyên civakê, encamê wê ango ji kuderê tê. Qonaxa duyem perwerdekirina wan di nexweşxaneyê de ku çawa birînên birîndaran bidirûn û nexweşan derman bikin û hwd... Qonaxa sêyemîn jî ew e ku dema şer û pevçûn hebin ango erdhejek biqewime û gel di bin enqaza de bimîne, wê bi çi awayî werin xilaskirin û mûdaxeleya yekemîn a tendrustiyê jê re were çêkirin. Ev hemû wê di perwerdeyê de were dayîn.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Nisrîn Dawûd ku vê dewrê bi rê ve dibe wiha got: "Em wekî Heyva Sor a Kurd pêşengtiya vê dewrê dikin, ji ber ku ev dewre pir girîng e. Bi taybet di vê pêvajoya şer a ku em tê re derbas dibin, ev perwede girîng e. Em di rewşeke pir dijwar de derbas dibin. Di vê demê de hewceye ku hemû endamên komînê û civaka me di aliyê tenduristiyê de têghiştî bin. Herî zêde yên ku tevlî perwerdeyê bûne jin in, ji ber ku jin bêhtir êş, birîn û dermanê civaka xwe dizane, di heman demê de jin pêşengtiya vê dewreyê jî dike."
Endama Komîna Gundê Rukbe, Îlham Elî ku cihê xwe di lijneya tenduristiyê de digire wiha got: "Ez wekî endama komînê tevlî vê dewreyê bûme ji ber ku pir mirov li pêş dixe, taybet di aliyê tendirustiyê de da ku em karibin bi civaka xwe re bibin alîkar. Em bang li hemû endamên komînan ên lijneya tenduristiyê dikin da ku ew jî tevlî dewreyê bibin."
Hêjayî gotinê ye ku qonaxa yekem ber bi dawiyê ve diçe, wê endam dest bi qonaxa duyemîn bikin.