Jinên KESK'Î bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kirin
- 15:22 28 Sibat 2018
- Rojane
ENQERE - Jinên endamê KESK'ê, ya Enqereyê têkildarî pîrozbahî û çalakiyên 8'ê Adarê daxuyanî dan û bi daxuyaniya ku dan bernameya xwe ya derbarê 8'ê Adarê de aşkera kirin.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Enqereyê û Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya Jinan a KESK'ê têkildarî pîrozbahî û çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan. Platformê û Jinên KESK'î li 2'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Sekretera Jinan a KESK'ê Gulistan Atasoy, diyar kir ku ew dê îsal çalakiyên xwe bi dirûşma "Em li pey mafê xwe yê ked, wekhevî û aştiyê ne" çalakiyan pêk bînin.
Gulistan, anî ziman ku wê di çalakiyên îsal yên 8'ê Adarê de tundiya li ser jinan û mirovan şermezar bikin û bêjin 'Cîhanek din pêkan e' Atasoy, anî ziman dê 8'ê Adarê li çar aliyê cîhanê jin li dijî cudakarî, tundî, bê ewlehiyê derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin.
Gulistan, anî ziman ku hikûmetê bi OHAL û KHK'ê her tişt xistiye bin kontrola xwe û wiha got: "Em dê li dijî tundî, zext û binpêkirina mafan li qadan bin. Jin dê serî li ber polîtîkayên tundiyê serî xwar nekin û li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo mafê xwe biparêzin û bêtir xurt bikin dakevin qadan û dengê xwe bilind bikn.
Bernameya 8'ê Adarê ya Enqereyê:
* Dê di 3&'ê Adar3e de li dijî OHAL û KHK'yan çalakiya rûniştinê pêk bînin. Dê bixwazin karker û kedkarên neheq ji karê xwe hatine dûrxistin dîsa vegerin karên xwe.
* Dê di 6'ê Adarê re ji Wezîra Malbatê Fatma Betül Sayan Kaya re nameyan bişinin û daxwazên xwe bînin ziman.
* Di 8'ê Adarê de dê li hemû bajaran Platforma Jinan tevî rêxistinên ked û pîşeyî û partiyên siyasî ji bo parastina ked, aştî, wekhevî û azadiyê dakevin qadan, Daxuyanî bidin û çalakiyan pêk bînin.
* Dê bi jinên rastî tundî, zext û binpêkirinên mafên mirovan tên re bi ser navê 'Jin çima aştiyê dixwaze" hevdîtina jinan (civîn) pêk bînin.