Wê jin li dijî biryara walîtiyê a qedexeya 8'ê Adarê îtîraz bikin
- 14:27 28 Sibat 2018
- Rojane
AMED - Wê parêzer Gulşen Ozbek li ser navê Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê îtîrazî biryara Walîtiyê ya ku bi hinceta "li qadên vekirî çalakî qedexeye" çalakiyên 8'ê Adarê qedexe kir bike.
KESK, Platforma Jinan a Amedê ku Odeya Tabîban û Egitîm - Sen jî di nav de cih digirin, bi minsebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo çalakiyên ku wê di navbera 1-10'ê Adarê de li Amedê li qadên vekirî li dar bixin serî li Walîtiya Amedê dabûn û destûr xwestibûn.
Di bersiva ku walîtiyê da de hat diyarkirin ku her cure civîn û çalakî hatine qedexekirin û wê ji bo çalakiyên 8'ê Adarê jî di vê çarçoveyê de destûr neyê dayîn.
Parêzer Gulşen Ozbek a ku li ser navê Platforma Jinan a Amedê serî li Walîtiyê dabû û destûr xwestibû di yar kir ku ewê ji bo biryara walîtiyê îtîraz bikin.