Wê jinên Edeneyî di hefteya 8'ê Adarê de li qadan bin
- 13:06 28 Sibat 2018
- Rojane
EDENE - Jinên Edeneyî, bernameya xwe ya çalakiyên ku wê di 8'ê Adarê de li dar bixin aşkera kirin. Jinên Edeneyî, banga tevlibûna çalakiyên ku wê di navbera 1-17'ê Adarê de li dar bixin kirin û gotin; "Em li dijî kesên ku kolanan li me qedexe dikin dadikevin kolanan."
Jinên endamên Platforma Jinan a Edeneyê û ên Platforma Şaxên KESK'ê yên Edeneyê bernameya xwe ya ku wê bi dirûşma "Em mafên xwe yê ked, aştî û wekheviyê dixwazin. Bijî berxwedana me ya 8'ê Adarê" pêk bînin aşkera kirin. Bernameya ku bi daxuyaniyekê li Şaxa Egtîmsenê hat aşkerakirin bi dehan jin tevli bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa Egitîm Senê ya Edeneyê Seçîl Sonmez ve hat xwendin û Seçîlê diyar kir ku 8'ê Adarê berhema berxedana dîrokî ye û serhildan e.
'Pêdivî bi rêxistinê heye'
Seçîlê diyar kir ku ew hêzê ji rêxistina jinên çêşeng digirin û wiha berdewam kir: "Em îro bêhetir bi biryar dibêjin ku pêdvî bi mezinkirina berxwedanê û bi piştevaniyê heye.8'ê Adarê, carekedin derxistiye holê ku pêdiviya jinan biyekîtiya navneteweyî, berxwedan û hevkariya jinan heye."
'Divê em li qaddan bib'
Seçîl diyar kir ku bi KHK'yên ku piştî OHAL'ê hatin derxistin re herî zêde jin hedef hatin girtin û ev tişt got: "Zîhniyeta yekparêz û mîlîtarîst ku dixwaze civakê ji nû ve dîzayn bike bi polîtîkayên xwe yên zayendparêz, yekparêz û oldar ku pêş dixwe armanc dike ku me jinan ji qada cemaweriyê û ji berxwedanê dûr bixe. Jinan di şert û mercên faşîzan de jinan bi caran ragihand ku ew qedexeyan nas nakin û derketin qadan û daxwaz û îtîrazên xwe li qadan anîn ziman. Bi vê helwestê wê jin di 8'ê Adarê de jî serî netewînin û li qadan bin."