Di bin çavan de îşkence li Alev Şahîn hat kirin

  • 12:51 28 Sibat 2018
  • Rojane
DUZCE - Alev Şahîn ji ber ku bi rêya KHK'yê ji karê xwe hat îxraçkirin û ji bo vegere karê xwe saleke çalakiya rûniştinê dike. Alev Şahîn ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û anî ziman ku polîsan îşkence lê kiriye û ew tehdîd kirine. 
 
Avahîsaz Alev Şahîn di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat îxraçkirin. Alevê ji bo vegere karê xwe li Duzceyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Alev a ku ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin diyar kir ku ew bi îşkence û tehdîdan rû bi rû maye. Li gor nûçeya Cumhuriyetê :Aleva ku hat binçavkirin û piştî îfadeya dozgeriyê hat berdan diyar kir ku ew bi saetan bêav hatiye hiştin, di wesayetê de marşa mehterê lê hatiye guhdarkirin û heqaret lê hatiye kirin.
 
'Ez ê vê zilmê çawa qebûl bikim?'
 
Alevê anî ziman ku piştî ku ew birine wezaretê nehiştine ew bi parêzerê xwe hevdîtinê pêk bîne û wiha got:"Min got ez karê xwe paşve dixwazim êrîşî min kirin. Min got ez karê xwe paşve dixwazim min kirin bin çavan. Ez ê çawa vê neheqiyê qebûl bikim? Ez dev ji têkoşîna xwe bernadim."