Meclîsa Jinê ya HDP'ê starta 8'ê Adarê da

  • 12:14 28 Sibat 2018
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Navçeya Sûrê ya Amedê bi jinên Sûrê re hatin ba hev û starta 8'ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dan.
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di taştê de bi jinên Sûra Amedê hatin ba hev û starta 8'ê Adarê dan. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, Rêxistinên navçe û bajaran ên HDP'ê, Platforma Jinê ya Amedê ya Dîcleyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin tevlî taştê bûn. Di taştê de starta çalakiyên 8'ê Adarê û xebatên wê hat dayin. 
 
Jinan piştî taştê bi erbanê û tililiyan govend gerandin. Jinên ku govend kişandin dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Jin, jiyan, azadî", û "Bijî 8'ê Adarê" berz kirin.