TJK'ê plansaziya xwe ya 8'ê Adarê diyar kir
- 12:01 28 Sibat 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Ewropayê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dê çalakî, meş, mîtîng û panel bên lidarxistin.
Amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didome. Di 8'ê Adarê de gelek jin dê li Ewropyaê derkevin qadan û ji bo wekheviyê, azadiyê û edaletê biqêrin. Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) plansaziya xwe ya derbarê 8'ê Adarê de diyar kir. Li Almanya, Danîmarka, Belçîka, Kanada, Hollanda, Swêd, Finlandiya, Avûstûrya, Îsvîçre, Londra û Marsîlyayê dê ji bo 8'ê Adarê panel, meş, çalakî û mîtîng bên lidarxistin.