‘Jinên Mêrdînê wê di 8’ê Adarê de OHAL’ê hilweşînin’

  • 09:34 28 Sibat 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdîna ku dergûşa şaristaniyê ye jin wê di 8’ê Adarê de pêkanînên OHAL’ê bişkînin. Endama KCD’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku wê bi rengîniya Mêrdînê wek jinên hemû gelan wê 8’ê Adarê bi coş û serhildanê pîroz bikin. Jinên Mêrdînê wê bi şîara ‘wisa derbas nabe, an azadî an azadî’ 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz bikin.
 
Platforma Jinan a Mêrdînê, jinên HDP’î û KESK’ê amadekariyên 8’ê Adarê bi lez dimeşînin. Endama Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîz bi lêv kir ku wê bi rengên bajarê şaristaniyan re 8’ê Adarê pîroz bikin.
 
‘Salên borî bi coş hat pîrozkirin’ 
 
Salîhayê bi lêv kir ku jinan pêvajoyên zext û çewisandinê ji berê de bi serhildan, sekn û rengên xwe pêşwazî kirine û got: “Sala borî beriya 8’ê Adarê dîsa OHAL hebû. Dîsa bi KHK’yan hemû sazî hatin girtin û hemû qad di bin zextan de bûn. Pêvajoyeke ku hemû qezencên jinan hatibû tunekirinê bû. Jinan 8’ê Adarê li qadan bi coşek mezin pîroz kir. Piştî vê jî Newroz û çalakiyên din berdewam kir. Ji ber vê 8’ê Adarê îsal jî wê bibe roja bilindkirina dengan a li dijî şer.” 
 
Salîhayê daxuyakirin ku Mêrdîn jî di vê pêvajoyê de yek ji cihên ku herî zêde bi bandor bûye ye û daxuyakirin ku wê hemû zextan bi rengên xwe di 8’ê Adarê de hilweşînin.