'Hedef li 81 bajarî 81 meclîsên jinane'
- 09:12 28 Sibat 2018
- Rojane
Evrîm Kepenek
STENBOL - Meclîsên Jinan ên ji bo mafên jiyana jinan û îstîsmara zayendî têdikoşin, li Stenbolê ji bo li 39 navçeyî meclîsan ava bikin xebatan dimeşînin. Ji Meclîsa Jinan a Stenbolê Sultan Gurbey û Îzel Uysal diyar kir ku armanca wan ev e ku li 81 bajarî 81 meclîsên jinan ava bikin û bang li hemû jinan kir ku li taxan û li zanîngehan meclîsan ava bikin.
Meclîsên Jinan ên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatin ava kirin bi dirûşmeya ‘Dest nedin cil û bergên’ min ketin tevgerê û gotin ku ew şopdarên dozên jinên hatine qetilkirin û îstîsmara zayendî ne. Meclîsên Jinan dozên kuştinên jinan ên tevlî dibin bi raya giştî re parve dikin û niha xwe amade dikin ku li 39 navçeyî meclîsan ava bikin. Armanca meclîsa jinan ev e ku li Tirkiyeyê li 81 navçeyî meclîsan ava bikin û mafên jinan biparêzin.
Ji Meclîsa Jinan a Stenbolê Sultan Gurbey û Îzel Uysal der barê meclîsên jinan de axivîn. Sultanê diyar kir ku ji sala borî de bi hinceta cilên jinan zext û şîdet zêde bûye û got: “Me di Tîrmeha 2017’an de çalakiyek mezin rêxistin kir. Ji her alî civakê jin tevlî çalakiyan bûn. Nêzî 3 hezar jinî tevlî bûn. Piştî çalakî baş derbas bû me bi navê Jin li Maçkayê tên cem hev forumek pêk anî. Di vê civînê de hat gotin ku bila Meclîsên Jinan ava bibin. Pêşniyar hat erêkirin û di dawiya meha Tebaxê de yekemîn Meclîsa Jinan hat avakirin.
Sultanê diyar kir ku wan civîna yekemîn li TMMOB’ê pêk anîne û bi biryarên li wir girtine rêya Meclîsa Jinan berdewam kirine û di meclîsan de hiqûq heye, mafê gotina wekhev heye. Sultanê ev tişt bi lêv kir: “Meclîs di bin komên siyasî û komeleyan faliyetan nameşîne. Kes ne ser kesîre ye.Em hewl didin her kes gotina xwe bêje. Em hedef dikin ku jinan bînin cem hev. Ji OHAL’ê herî zêde jin bi bandor bûn. Em dibêjin jin ne tenê ne. Jin dikarin her cureyê pirsgirêkê bînin Meclîsê Jinan.”
‘Li Stenbolê nêzî 900 jinî di meclîsan de ne’
Sultanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di Koordînasyona Stenbolê de ji 50’yî zêdetir, di Meclîsên Giştî yên Stenbolê de ji 900’î zêdetir jin faliyetê dimeşînin û di meclîsê de komên wekê ekîba çapemeniya civakî, komîteya hiqûqê jî heye.
‘Di rojeva jinan de çi hebe di ya me de jî ew heye’
Ji Meclîsên Jinan Îzel Uysal jî balkişand ser meclîsan û got ji avabûnê heta niha gelek çalakî û bername pêk anîne ev tişt bi lêv kir: “Di rojeva jinan de çi hebe di rojeva me de jî ew heye. Qanûna Miftitiyê bê nîqaşkirin em jî der barê wê de çalakiyê dikin. Dozek hebe em diçin wir. Em diçin cihên ku jin hatine kuştin û çalakiyan dikin. Têkoşîna ji herêmî gelek girînge.” Îzel û Sultanê bang li hemû jinan kirin ku li zanîngehan li taxan meclîsên xwe ava bikin û her wiha bang li hemû jinan kirin ku tevlî meclîsê wan bibin.