Jinên li Stebolê ji bo 8'ê Adarê bang kirin!

  • 09:10 28 Sibat 2018
  • Rojane
STENBOL - Endamên Meclîsa Jinan a Stenbolê ku ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin derkevin kolanan gotin: “Em ê dengê jinên hatine kuştin, dengê zarokên rastî îstîsmara zayendî hatine li kolanê biqîrin. Em nasekinin û em ê nesekinin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî 8’ê Adarê bibin.” 
 
Parêzvanên mafê jinan yên li Stenbolê, bi munesebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bang kirîn. Endamên Meclîsa Jinan a Stenbolê bi rojevên ‘îstîsmara zarokan’ û ‘8’ê Adarê Roja Jinan’ hatin cem hev û peyama 8’ê Adarê bi hevkariya ajansa me ragîhandin. Ji Meclîsa Jinan Fîdan Ataselîm diyar kir ku wê wek her salê îsal jî di 8’ê Adarê li kolanan bin û wiha pê de çû: “Di pêvajoyeke ku binpêkirina mafan herî zêde tê jiyîn de em jin wek 25’ê Mijdarê em ê di 8’ê Adarê de jî li kolanan bin. Emê dengê jinên hatine kuştin, dengê zarokên rastî îstîsmarê hatine biqîrin.” Fîdanê bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û got, "Ew nesekinîne û wê nesekinin."
 
'Zext hene berxwedan jî heye'
 
 Aşkin Koç jî bi lêv ku ew wek Meclîsa Jinên Stenbolê di 8’ê Adarê de wê li kolanê bin û bang li hemû jinan kir ku di meclîsan de têkoşînê bimeşînin. Aşkinê her wiha anî ziman ku wê îsal bi heybeteke mezintir 8’ê Adarê pêşwazî bikin û got zext hebin, berxwedan jî heye.
 
 ‘Emê têkoşînê mezin bikin’ 
 
Dîlara Gevrek jî destnîşan kir ku wek li Cîhanê li Tirkiyeyê jin şûnde gavê navêjin û têkoşînê wê bimeşînin û ev tişt anî ziman: “Em nasekinin. Em ê têkoşînê bilind bikin. Emê di 8’ê Adarê de li kolanan bin. Me ji niha de dest bi amadekariyan kiriye. Em dirûşme û pankartên xwe amade dikin. Em bi kelecanin. Em hêvî dikin ku hemû jinan li kolanê bibînin.”
 
 Rojda Aslan jî daxuyakirin ku ew bi cil û bergên azad, bi kenê zêde dixwazin jinan li qadan bibînin û got ji bo jin bikaribin dest ji mêran berdin, di jiyanê de bimînin, şîdeta li ser jinan bi dawî be, kujerên jinan cezayên giran bigirin wê li qadên 8’ê Adarê bin.